Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tûran rakirin nexweşxaneyê 2020-12-14 15:09:49   STENBOL - Girtiyê nexweş ê giran Abdullah Tûran ji ber ku ji mesaneya wî xwîn tê rakirin nexweşxaneyê.   Girtî Abdullah Tûran ê li Girtîgeha Metrîsê rê ragirtin nexweşek felkbûyî ye û ji dilê xwe nexweş e. Bi boneya ji mesaneya Tûran xwîn tê wî rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîra Stenbolê. Hat zanîn ku wî hildane emeliyatê.   Li gel ku Saziya Tiba Edlî derbarê Tûran de rpora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî nayê berdan. Di rojên derbasbûyî de jî Tûran du caran li ser hev ji hişê xwe çûbû û wî rakiribûn heman nexweşxaneyê. Tûran bêyî baş bibe wî carek din ji nexweşxaneyê vegerandibûn girtîgehê û xistibûn qawîşa karantînayê.   TÊ EMELIYATKIRIN   Parêzerê Tûran, Vedat Ece diyar kir ku miwekîlê wî Tûran hildane emeliyatê û ew li nexwşexaneyê li gel malbata Tûran li benda encama emeliyatê ne.