Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin 2020-12-15 09:10:48 MÊRDÎN - Hat hînbûn ku li Tirkiyeyê kesa herî temenbiçûk a ji ber şewba Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye 3 meh û nîvî ye û li Nisêbînê jiyana xwe ji dest daye.    Hat hînbûn ku li Tirkiyeyê kesa herî biçûk a ji ber şewba Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye 3 meh û nîvî ye. Pitik di 3'yê Nîsanê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê ji ber şewba Kovîd-19'ê jiyana xwe ji dest daye, lê belê Wezareta Tenduristiyê ev yek bi raya giştî re parev nekiriye.    PITIKEK 110 ROJΠ   Derket holê ku li Tirkiyeyê kesa herî biçûk a ji ber şewbê jiyana xwe ji dest daye, mirina wê hatiye veşartin. Ev kes di 3'yê Nîsanê de jiyana xwe ji dest daye. Lê belê Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, di daxuyaniya xwe ya 8'ê Nîsanê de tabloyek derbarê kesên jiyana xwe ji dest dane parve kiribû. Di vê tabloyê de zayend û temenê kesan jî hatiye diyarkirin. Di vê tabloyê de hatiye bûyarkirin ku ên temenê wan di navbera 0-5 salan de heya niha herî kêm kesek miriye.    Li gor agahiyên bi dest ketin; bûyer li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê qewimiye. Malbata sûriyeyî di 1'ê Nîsanê de serlêdan kiriye û keça xwe ya bi navê Hace Engîn li nexweşxaneyê razandin. Hace Engîn di 16'ê Kanûna 2019'an de hatiye dinê. Zarok di 28'ê Adar de bêhal dikeve û di 1'ê Nîsanê de wê li serwîsa îzolasyonê didin razandin û di 3'yê Nîsanê de jî jiyana xwe ji dest dide.    Li gor qeydên Odeya Bijîşkan a Mêrdînê (MTO); testa Hace Engînê pozîtîf derketiye. Hace Engîn ku nexweşa herî biçûk a şewbê bû û ji ber wê jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi raya giştî re nehatibû ragihand û her wiha Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr jî derbarê wê de tu daxuyanî nedabû.    HAYA MIROVÊN ZANYAR JÊ TUNE YE    Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrdînê (MTO) Mûstafa Volkan Bînbaş, derbarê mirina pitikê de ji ajansa me re axivî.    Bînbaş, bilêv kir ku Endamê Desteya Şopandina Covîd-19'ê ya TTB'yê Prof. Dr. Kayihan Pala li ser vê yekê sekinîbû lê belê bersiva wî nehatibû dayîn. Bînbaş, destnîşan kir ku ev agahî ji bo Tirkiyeyê û ji bo cîhanê jî pir girîng e. Bînbaş, anî ziman ku ji bo rewşa kesên di vê komê de pir girîng e û got: "Pitikek 3 meh û nîvî jiyana xwe ji dest dide. Ev bi raya giştî re nayê parvekirin. Berpêşî mirovên zanyar nayê kirin. Lê ji mirovên zanyar re nayê gotin bê ev nexweşîn ji bo kesên zarokên biçûçik nexweşîneke kujende ye."    Bînbaş, destnîşan kir ku a hatiye kirin binpêkirina mafê agahîwergirtina mirovan e û xwest ev mijar bê zelalkirin. Bînbaş, anî ziman ku heger ev bûyer ne li Nisêbînê li bajarekî rojavayê welêt bûna dê heman helwest nehata nîşandan    MA / Ahmet Kanbal