Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn 2020-12-15 09:12:02   AMED - Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh ceza li Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Nûrî Ozdemîr hat birîn. Civîn, meş û konferansên ku Ozdemîr tevli wan bûne û pêwendiya wî ya bi Zelal Bîlgîn re sûc hatiye hesibandin.    Bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Nûrî Ozdemîr hat birîn. Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê ji ber meş, civîn, konferasn, merasîmên cenaze û şînan ku Odemîr tevli wan bûye 7 sal û 6 meh ceza birî.    Ozdemîr endamê Komîsyona Ekolojiyê û Meclîsa Daîmî ya KCD'ê ye, lê belê di biryara hatiye dayîn de çalakiyên komîsyonê û meclîsê yên ku Ozdemîr tevli wan bûye di çarçoveya "çalakiyên rêxistinê" de hatine hesibandin. Her wiha piştgiriya Ozdemîr a ji bo çalakiya greva birçîbûnê ku di 8'ê Mijdara 2018'an de bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê dest pê kiribû jî wekî delîla sûc hatiye hesibandin.    Ji xeynî vê peymana ku Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Amedê şandiye jî sûc hatiye hesibandin û pêwendiya Ozdemîr a bi siyasetmedara kurd Zelal Bîlgîn re jî wekî delîla sûc hatiye ehsibandin.    HDP'a Amedê di sala 2018'an de li bajêr li otelekê konferansa "Krîza Rojhilata Navşn û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xistibû. Axaftina di konferansê de ku hatibû gotin ji bo krîz û şerê li Rojhilata Navîn bi pêşerojeke aştiyane û demokratîk a gelan bi dawî bibe rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girîng e. Ev yek sûc hatiye hesibandin û di biryarê de hatiye diyarkirin ku tevlîbûna konferansê sûc e.    Dadgehê di biryara xwe de nerazîbûna li dijî operasyona Efrînê jî wekî "propagandaya rêxistinê" hesibandiye.    Dadgehê ji bo tevlîbûna merasîmên cenazeyan û şînan jî diyar kiriye ku xebatên KCD'ê ne û ji bo merasîmên cenaeyan û taziyeyan jî gotiye "projeya qada civakyî ya KCK'ê" û vê yekê wekî "propagandaya rêxistinê" hesibandiye.    Parêzerê Ozdemîr îtiraz kir û serî li Dadgeha Îstinafê da.