16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin 2020-12-15 09:14:45 COLEMÊRG - Kenan Kaya, anî ziman ku 16 meh in cenazeyê birayê wî yê li Colemêrgê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest daye, radestî wan nekirine û got: "Hema destek jî be, em cenazeyê xwe dixwazin."    Di 18'ê Tebaxa 2019'an de li Herêma Talê ya Colemêrgê di êrîşeke hewayî de 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dabûn. Yek ji vana Serhat Kaya bû. 16 meh in cenazeyê Kaya radestî malbata wî nekirine. Malbat ji bo cenaze werbigire serî li dozgeriyê daye, lê belê cardin jî cenaze radestî malbatê nekirine û malbat werê difikire ku cenazeyê kurê wan hatiye perçekirin.    HINCET: HERÊMA QEDEXE    Bira Kenan Kaya, anî ziman ku serlêdan kiriye lê belê heya niha ji bo DNA'yê xwîn ji wan nehatiye stendin. Kaya, diyar kir ku dozgeriyê nivîsek ji cendirmeyan re nivîsandiye, lê belê cendirmeyan îdia kiriye ku ji ber ku herêm "herêmeke qedexe" ye nikarin xwe bigihînin cenaze.  Kaya, destnîîan kir ku li herêma ku hatiye bombebarankirin du binkeyên eskerî hene û nêzî gundê Talê ye. Kaya, bilêv kir ku gundiyên herêmê hin perçeyên laşê mirovan dîtine û li cihê ku dîtine jî veşartine.    HEMA DESTEK BE JΠ   Kaya, bang li kesên ku îdia dikin zarokên wan hatine "revandin" û ev demeke li ber avahiya HDP'ê ya Amedê rûniştine jî kir û got: "Cenazeyê birayê min bi qasî 30 kîlometreyan dûrî min e, nikarim werbigirim. Cenazeyê me radestî me nakin. Vê rastiyê bibînin, berbayî listika wan nekevin."    Kaya, destnîşan kir ku ew werê difikirin ku di êrîşa hewayî de cenazeyê birayî wî hatiye perçekirin û got: "Hema destek jî be, em cenazeyê xwe dixwazin. Bihêlin em wergirin. Lê nahêlin. Ev tiştekî dijî mirovahiyê ye. Sed sal jî derbas bibe em ê xwedî li birayê xwe derkevin."