Doza Hrant Dînk taloq bû 2020-12-15 11:59:32   STENBOL – Careke din danişîna doza pewyirdarên cemaweriyê ku berpirsyariya wan di kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de heye taloq bû.   Danişîna doza pewyirdarên cemaweriyê ku berpirsyariya wan di kuştina Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk de heye, li 14’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê ya Çaglayan hat dîtin. Komeke bersûc û parêzerên wan û parêzerên malbata Dînk li danişînê amade bûn. Danişîna ku ji aliyê gelek rojnamegeran ve hat şopandin bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir.    Di danişînê de bersûc û parêzerên wan ji bo ku derbarê mutalaaya dozger de parastinê bikin daxwaza dema zêdek kirin. Piştre parêzerên malbata Dînk jî daxwaza dema zêdek kirin. Piştî parastinên her dû aliyan, heyeta dadgehê, daxwazên dema zêdek a parêzerên aliyan qebûl kir û ji bo girtina gotinên 10 bersûcên ku heta niha qet parastinên wan nehatine girtin danişînê taloqî 17’ê kanûnê kirin.    Dozger di mutalaaya xwe de xwestibû ku 53 kes ji sûcên cuda bên cezakirin û 11 kes jî bên beraetkirin. Her wiha dozgeriyê xwestibû ku dosyaya 12 kesan jî bê cudakirin.