Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin 2020-12-15 12:15:45   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê dest pê kirin di roja 19’emîn de didome. Girtî Mehmet Kurt, diyar kir ku heta tecrîd ranebe wê çalakiyên wan bidomin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di 27’ê Mijdarê de, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin, di roja 19’emîn de, dewam dike. Çalakiya grevê niha koma 4’emîn didomîne. Malbatên girtiyan, bi gotina “Daxwazên zarokên me daxwazên me ne” piştgiriyê didin çalakiya grevên birçîbûnê.   ‘DEST DANÎN SER TIŞTÊN ME’   Mehmet Kurt ê 49 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyan a Kayseriyê dimîne, di hevdîtina telefonê ya ligel malbata xwe re de, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihand. Kurt, diyar kir ku mafên wan ên mirovî hemû ji destê wan hatine girtin û wiha got: “Li gorî berê zext û zortiyên di girtîgehê de, zêdetir bûne. Dest danîn ser radyo, televîzyon û rojnameyan nadin me.”   HIŞYARIYA ÇALAKIYA GREVÊ YA BÊDORVEGER   Kurt, da zanîn ku heta daxwazên wan pêk neyên, ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bidomînin û wiha lê zêde kir: “Ger çalakiya me ya dorveger a greva birçîbûnê encam negire, em ê çalakiyê wergêrînin çalakiya greva bêdorveger.”   Xizmên Mehmet Kurt jî, destnîşan kirin ku daxwazên girtiyan daxwazên wan e û xwest in demildest daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.    Girtî Vedat Sevîm, Cengîz Oner û Mahmût Yamalak ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 ya Bunyana Kayseriyê dimînin, weke koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê didomînin.