Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir 2020-12-15 13:04:19   QAMIŞLO - Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê, li NY’yê û Konseya Ewlehiyê ya NY’yê giliya Tirkiyeyê kir û diyar kir ku li gel êrîş û dagirkeriyê, bi astengkirina sewqiyata avê ya Hesekê, Tirkiye şerê sûc dike.   Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê, derbarên êrişên Tirkiyeyê yên heremê de bi nameyekê li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewlehiyê ya NY’yê giliya Tirkiyeyê kir. Di nameyê de hat diyar kirin ku Tirkiyeyê sewqiyata avê ya ji bo Hesekeya ku ji milyonekê zêdetir şêniyên wê hene asteng kir û bi vê yekê sûcê şer dike.    Wezaretê, ji Konseya Ewlehiyê ya NY’yê xwest ku demildest mudaxeleyî rewşê were kirin û wiha got: “Divê NY vekirina Îstasyona Avê ya Elokê ji Tirkiyeyê bixwaze. Divê Tirkiye jî dev ji êrîşên xwe yên ku mafên welatiyên Sûriyeyê sînordar dike berde.”   JI GEL PIŞTEVANÎ   Piştî ku hêzên paramîlîter ên Arteşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) û Tirkiye ketin Serekaniyê, Îstasyona Avê ya Elokê ku ava Hesekê jê tê timik tê girtin. Encama vê yekê Hesekê bi rojan bê av dimîne.   Ji ber qeyrana avê, Meclîsa Kantona Hesekê banga seferberiyê kiri bû. Li ser vê yekê ji gelek bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tankerên avê ji Hesekê re hati bûn şandin.