Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan 2020-12-15 13:31:59 ENQERE – Danişîna Komkujiya Gara Enqereyê ji ber nehatina bersivên li bendê bû, taloq bû. Malbatên qurbaniyên komujiyê bertek nîşanî taloqbûnê dan û diyar kirin ku taloqbûna danişînê ya 10’adarê bi zanebûn hatiye kirin.    DAIŞ’ê, di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Gara Enqereyê di mitîngeke aştiyê de êrişa bombeyî anî. Di komkujiyê de 103 kesan jiyana xwe ji dest da. 8’emîn danişîna doza komkujiyê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hat dîtin. Di danişîna ku bi kursiyên vala yên bersûcan berdewam kir de xizmên qurbaniyan û parêzerên wan lê amade bûn. Bersûc Erman Ekîcî jî ji girtîgeha ku lê girtibû bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.    DAXWAZA DUBARE KIRIN   Parêzerên malbatên qurbaniyên komujiyê Gulşah Kaya û Kemal Gunduz, di danişînê de mafê axaftinê girtin û daxwazên xwe yên ku di danişînên beriya niha de anîbûn ziman careke din anîn ziman. Parêzeran daxwaz kir dadgeh lêpirsînê berfireh bike, hevjînên bersûcan guhdarî bike û albûmên wêneyên bersûcên derbixe holê.   BERSÛC DAXWAZA TEHLIYEYÊ KIR   Bersûc Erman Ekîcî jî ku ji girtîgeha lê girtîbû bi rêya SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û got ku 5 sal in li ser angaştan girtî ye û daxwaza tehliyebûna xwe kir.    DANIŞÎN TALOQ BÛ   Heyeta dadgehê piştî van parastinan daxwaza parêzeran a berfirehkirin lêpirsînê û daxwaza bersûc Ekîcî ya tehlibûnê red kir û biryara berdewama girtîbûna Ekîcî da û danişînê taloqî 10’ê adara 2021’an kir. Heyeta dadgehê saetan danişînê weke saet 10.00 diyar kir.    BERTEKA MALBATAN   Malbatan bertek nîşanî roja danişînê da û diyar kirin ku ji ber ku di her 10’ê mehan de daxuyanî didin û biranînê pêk tînin, heyeta dadgehê bi zanebûn roja danişînê kiriye roja 10’ê adarê û em ê piştî bîranînê tevlî danişînê bibin.    Malbatên ku piştî danişînê xwestin daxuyanî bidin ji aliyê polisan ve hatin astengkirin.