Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da 2020-12-15 13:43:57   WAN – Dayika Aştiyê Garîp Erînç a ku bi sala bû, li faîlên lawê xwe digeriya, ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest da.   Dayika Zekî Erînç ê ku di Newroza 2008’an de, li Wanê bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû, Garîp Erînç a 75 salî, jiyana xwe ji dest da. Erînç, di mala xwe ya li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê de, qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Hat diyar kirin ku cenazeyê Erînç wê li Goristana Taxa Karşiyakayê were definkirin.   Erînç, piştî ku lawê wê polîsan kuşt, di Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê de cih girt û heya demek dirêj, ji bo faîlên lawê wê bên dîtin têkoşiya.