Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin 2020-12-15 15:11:05   AMED - Edama Meclîsa Şaredariya HDP'ê ya Farqînê ya berê Hulya Bîçen hat binçavkirin.    Endama Meclîsa Şaredariya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Farqînê ya Amedê ya berê Hulya Bîçen, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi rêve bir  de hat binçavkirin. Bîçen a ku xwest biçe Stenbolê, li ser rêya Bêrecûk a Rihayê di kontrola rê de hat binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Bêrecûkê.   Li bendêye ku Bîçen li vê derê bi SEGBÎS'ê îfade bide dozger. Hat zanîn ku dema Biçen di sala 2005'an de, endama meclîsa şaredariyê bû ev lêpirsîn derbarê wê de hatiye vekirin.