Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan 2020-12-15 20:17:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 235 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 32 hezar û 102 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 235 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 32 hezar û 102 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 16 hezar û 881 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû milyon û 898 hezar û 447.