Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin 2020-12-16 09:22:51 STENBOL - Pisporê sendîkayê Alpaslan Savaş, ji bo tespîtkirina meaşê kêm diyar kir ku nîqaşa sereke ya di warê meaşê kêm de ne hejmar in, divê di vî warî de karker xwedî gotin bin û ev yek di çarçoveya mafê wan ê grevê de bê kirin.  Civîna sêyem a Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm dê di 22'yê Kanûnê de bê kirin. Di vê komîsyonê de 5 jê kardêr, 5 jê nûnerên îqtidarê û 5 jê endamên Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirk (Turk-Îş) bi giştî 15 kes hene.    Li gor rêziknameyê divê Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) li gor hemû sektoran maliyeta jiyana asgarî ya karkerekî/ê hesab bike û berpêşî komîsyonê bike, lê belê di dema biryardayînê de ev reqama ku tê berpêşkirin esas nayê girtin. TUÎK'Ê di sala 2019'an de 2 hezar û 331 TL berpêşî komîsyonê kiribû, lê belê meaşê kêm wekî 2 hezar û 324 TL hatibû diyarkirin. Ji xeynî TUÎK'ê DÎSK-AR jî her sal hesabekî dike. DÎSK-AR'ê di sala 2019'an de meaşê kêm wekî 2 hezar û 800 TL diyar kiribû û ji bo sala 2020'an jî wekî 3 hezar û 200 TL diyar kiribû.    Lê belê komîsyona tespîtkirina meaşê kêm gava meaşê kêm diyar dike tenê ne hiqûqa navxweyî, li gor hiqûqa navdewletî jî tevnagere. Ji bo vê peymanên navdewletî hene ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye binî. Yek ji van peymanan jî peyman jimare 26 û 99 a Rêxistina Xebatê ya Navdewletî (ILO) ye ku Tirkiyeyê jî îmzeya xwe daniye binî.    HIKÛMET WEKÎ KARDÊRAN TEVDIGERE    Pisporê sendîkayê Alpaslan Savaş, derbarê vê yekê de diyar kir ku dewleta kapîtalîst kardêrê herî mezin e û di komîsyonê de cihgirtina hikûmetê di asasê xwe de wekî akrdêran e û got: "Meaşê kêm, bi destê komîsyonê ji hêla patronan ve tê diyarkirin."    KARKER NAYÊN TEMSÎLKIRIN    Savaş, bilêv kir ku deh endamên komîsyonê aliyê kardêran e û bi salan e ya ku karkeran temsîl dike jî Turk-Îş e û got: "Şerhê datînin ber piraniya dengan. Lê belê ev tenê ne mase ye. Hûn li wir hin kesan temsîl dikin. Heger pêşniyareke ku tu qebûl nekî bidin ber te, tu mecbûr î li gor a xwe tevbigerî. Lê belê gava em li maseyê mêze dikin, di asasê xwe de Turk-Îş karkeran temsîl nake."    MAFÊ GREVÊ    Savaş, destnîşan kir ku di warê meaşê kêm de, tişta divê bê nîqaşkirin ew e ku meaşê kêm di ser sînorê xizaniyê re be û bie meaşekî mirov karibe pê bijî. Savaş, ji bo hevdîtinê tespîtkirina meaşê kêm anî ziman ku ev hevdîtin bi milyonan kesî eleqedar dike, lê belê di van hevdştinan de mafê gotinê tune ye û got: "Ji dêvla em hejmaran bidin ber nîqaşê, divê em bibêjin di diyarkirina meaş de bila karker xwedî gotin bin û mafê wan ê grevê hebe. Bihêlin bila karker bi hêza xw eya rêxistinbûyî bazariya meaşê kêm bikin."    MA / Kadîr Guney