Girtiyê 60 salî bi koronayê ket 2020-12-16 10:43:41   RIHA – Mehmet Dûrak Karak ê 60 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye, bi vîrûsa koronayê ket.   Mehmet Dûrak Karak ê 60 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê girtî ye, bi vîrûsa koronayê (kovîd-19) ket. Rayedarên girtîgehê li malbata Karak geriyan û ragihandin ku testa Karak pozîtîf derketiye û ew kirine karantînayê. Malbata Karak, diyar kir ku Karak ê 25 sal in girtî ye, nexweşê şekir û tansiyona bilind e. Malbata Karak, destnîşan kir ku ji ber ku Karak li girtîgehê nikare bê tedawîkirin û ji bo berdana wî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê dane.