Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê 2020-12-16 11:26:00   WAN - Kînyas Ataman û Mehmet Yildirim ên ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtî ne, li dijî tecrîda li Îmraliyê di greva birçîbûnê de ne.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, di 27’ê mijdarê de dabûn destpêkirin, di roja 20’emîn de didome. Kînyas Ataman ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê girtî ye, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re diyar kir ku bi Mehmet Yildirim re di greva birçîbûnê de ne. Ataman, destnîşan kir ku wê greve dewrî Tekîn Çakmak û Halûk Ozek bikin.