Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye 2020-12-16 12:16:50   SAKARYA – Hat angaştkirin ku zarokê bi navê Fesîh Ç. ku weke karkerê demsalî ji Mêrdînê hatiye Sakaryayê, dawî li jiyana xwe aniye.   Zarokê bi navê Fesîh Ç. (17) ku weke karkerê demsalî bi malbata xwe re ji Mêrdînê hatiye gundê Bayatê yê navçeya Gayveyê ya Sakaryayê, li odeya xwe mirî hat dîtin. Hat angaştkirin ku Fesîh Ç. bi demançeyê gule berî serê xwe daye û dawî li jiyana xwe aniye.  Hat hînbûn ku bûyer duh êvarê pêk hatiye.    Li cihê bûyerê lêkolîn hat kirin û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.