Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir 2020-12-16 12:22:42   ANTALYA - Li Antalyayê Erhan Razi, jina bi navê Karîna Demchenko qetil kir.   Xizmên Karîna Demchenko ya Ûkraynî ku li navçeya Mûratpaşa ya Antalyayê dijî piştî ku agahî jê negirtin serî li polîsan dan. Polîs û tîmên tenduristiyê yên ku çûn mala Demchenkoyê dîtin ku wê jiyana xwe ji dest daye. Piştî lêkolînê polîsan tespît kir ku Demchenkoyê beriya 10 rojan jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Demchenkoyê rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Antalyayê.   Pîştî lêkolînan derket holê ku Erhan Razi yê ku hevalê Demchenkoyê ye ew kuştiye. Razi yê ku polîsan binçavkir qetilkirina Demchencoyê qebûl kir. Piştî îfadeyê polîsan Razi sewqî edliyeyê kir.   Cenazeyê Demchenkoyê wê teslîmî malbata wê ya ku were Antalyayê bê kirin.