Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye 2020-12-16 12:48:59 ŞIRNEX - Şandeya KCD'ê li navçeya Elkê bi gel re civîn li dar xist. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk di civînê de axivî û got: “Pêwîste ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyê hemû li dijî vê faşîzmê li ber xwe bide û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê tebikoşin."   Şandeya ji Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk pêk tê di çarçoveya kampanyaya “Em ê yekitiyê saz bikin, tecrîdê bişkînin, azadiyê pêk bînin” li herêma Botanê civîn û serdanên xwe didomînin. Şandeya KCD’ê li avahiya Rêxistina HDP'ê ya navçeya Elkê ya Şirnexê civîna gel li dar xist. Herdu Hevserokên KCD’ê, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêvebirên HDP'ê yên navçeyê û gelek welatî beşdarî civînê bûn.   Di civînê de Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk axivî. Oztûrk diyar kir ku dewlet bi her awayî êrişî ser gelê kurd dike û got: “Li dijî van êrişan tişta herî pêwîst yêkitiya gelê kurd e.”   'POLÎTÎKAYÊN WAN HEMÛ LI SER DIJMINAHIYA KURDAN E'   Ozturk anî ziman ku dewletê her beşên civaka kurd dorpêç kiriye û wiha axivî: "Îro dewlet êrişên li ser gelê kurd bi bi awayeke aşkere pêk tîne. Di dîrokê de mînaka van êrişan nehatiye dîtin. Di berê de gelê kurd bi îşkenceyê qetil dikir, lê niha bi îşkenceyê û birçîbûnê terbiye dike. Ji bo tunekirina gelê kurd plansaziyek amadekiribûn. Ev plansazî jî plana hilweşandinê bû. Bi vê planê dixwestin gelê kurd tasfiye bikin û bê îrade bihêlin. Vê konsepta şer xistin mêriyetê. Niha êrişî ser başûrê Kurdistanê dikin. Weke sedemê van êrişan jî hebûna PKK'ê nîşan didin û xaka Başûr gav bi gav dagir dikin. Lê em sedemê vê dagirkirinê ji Efrînê, Serekaniyê dizanin. Li dijî Rojava polîtîkayeke qirêj amade kirine. Bi van êrişan dixwazin deskeftiyên ku bi berdelên giran hatine bidestxistin tune bikin. Hemû polîtîkayên wan li ser dijminahiya gelê kurd e."   'TECRÎD LI ROJHLATA NAVÎN BELAV BÛYE’   Ozturk di dewama axaftina xwe de bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha domand: "Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ji 2015'an vir de di bin tecrîdek giran de ye. Ev tecrîd ne tenê li ser birêz Ocalan e. Tecrît di şexsê birêz Ocalan de li ser Rojhilata Navîn pêk tê. Birêz Ocalan di Rojhilata Navîn de bi fikrê xwe û sekna xwe ji gelê Rojhilata Navîn re bûye hêvî. Ji ber vê yekê tecrîdê giran dikin. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, li ser gelê kurd berdewam kir û niha li Rojhilata Navîn belav bûye. Tu kes nikare ji hikûmetê re fikrê xwe bîne ziman. Kesên ku bi awayeke azad fikrê xwe tîne ziman an tê binçavkirin, an jî tê girtin. Gelê Tirkiyê jî di bin tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê jî kengê tecrîd giran bû, ev plana têkbirinê gav bi gav pêk anîn. Bi vê plana têkbirinê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan tasfiye bikin. Lê belê ew têk çûn û lê em li şûna xwe ne. Her beşên civaka me dorpêç kirine û dixwazin me xilas bikin. Lê ew hatine asta tunebûnê. Ev êriş ne tenê li dijî gelê kurd e, li dijî hemû ol û baweriyan e. Pêwîste ne tenê gelê kurd, gelên Tirkiyê hemû li dijî vê faşîzmê li ber xwe bide û divê em bi rê û rêbazên demokrasiyê li dijî vê faşîzmê tebikoşin."   'GELÊ KURD LI BER XWE DIDE’   Pişt re parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr jî axivî. Îmîr bal kişand ser têkoşîna gelê kurd kir û wiha got: "Raste bi gelek aliyan ve li ser me êriş hene, lê li dijî vê tenê çareserî berxwedan e. Îro hemû civaka Tirkiyê teslîm girtine û dorpêç kirine. Hemû sazî dezgehên çapemeniyê di xizmeta vê hişmendiya nijadperest de ne. Yên ku li kolanan, zîndanan, bajaran li ber xwe dide gelê kurd e. Gelê kurd di vê sedsalê de ji hemû mirovahiyê re bû hêvî. Em ê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe mezin bikin."   Piştî axaftinan şande li navçeyê serdana dikandar û malbatan kir.