HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir 2020-12-16 14:59:50   ENQERE – Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsiyarê Aboriyê yê HDP'ê Garo Paylan, ji bo rê li pêş mirinê bigirin, pêşniyara "28 rojan derneketine ewle ya bi temamî" kir.    Cîgirê Hevserokê Giştî û berpirsiyarê Aboriyê yê HDP'ê Garo Paylan, pakêta pêşniyarê ya ji aliyê Komîsyona Aborî ya Meclîsê ve hatibû amadekirin bi civîna çapemeniyê aşkere kir. Parlamenterên HDP’ê jî tev li civînê bûn. Paylan, anî ziman ku ji ber tercîh û pêkanînên AKP'ê şewba vîrûsa corona li her derê belav bûye û wiha got: "Êdî hemû welatî li dijî vê şewbê ji bo bijîn têdikoşin." Paylan pakêta bi sernavê "Ji bo bijîn 28 Rojan derneketina bi ewle" pêşkêş kir.    Paylan, anî ziman ku ji ber şewba vîrûsê her roj bi sedan kes jiyana xwe ji dest didin û wiha got: "Li welatê me balafirek bikeve û têde 150 welatî bimirin ji bo wan şînê îlan dikin. Lê li Tirkiyeyê her roj ji ber vîrûsê 4 balafir dikevin. Li welat facîaya madenê jî pêk bê şîna neteweyî îlan dikin. Lê niha îro her roj facîayên wekî yên Soma pêk tên. Ji ber Covid-19 em her roj wekî 4 erdhêjên Îzmirê dijîn. Ev yek nayê qebûlkirin. Em wekî HDP'ê pîşniyar dikin ku ji bo rê li pêş mirinê bigirin û jiyanê biparêzin 28 rojan derneketina tam bi ewle dikin.    Payman pêşniyara bi sernavê 28 rojan derneketina tam bi ewle bi van xalan rêz kir.    “*Ji xeynî setrorên jiyanî divê hemû xebatên aborî bên rawestandin.    *Divê 28 rojan hemû rêwîtiyên nava bajar û navdewletî bên rawestandin.    *Divê katro û personelên tenduristiyê bên temamkirin. Divê butçeya wan bê temamkirin.   *Divê derziyên têr û temam bê pere li her kesî bê belavkirin.    * Divê li hemû welatiyên betal û xizan di nava 28 rojan de 5 hezar TL li wan bê belavkirin.    *Divê esnaf û karmendên ku cihê wan hatiye girtin ji bo 28 rojan 10 hezar tl pere li wan bê belavkirin.    * Divê hemu kesên deynê wan ê bacê heye bê taloqkirin.    * Divê di vê pêvajoyê de înternet, xaza xwezayî, av û ceyran bê pere bê dayîn.