Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin 2020-12-16 16:25:40   AMED – Malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Amedê hatine bicihkirin, heqaret li rojnamevan û HDP’yî û DBP’iyan kirin û hewl dan êrişî wan bikin.   Êriş û provokatoriya wan malbatên bi îdiaya zarokên wan revandine çiya ya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Amedê didome. Ev malbatên ku bi fermana Wezareta Karên Navxweyî li ber HDP’ê hatine bicihkirin îro jî heqaret li rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê, welatiyên diçin avahiya HDP’ê û rojnamevanan kirin û ketin nava hewldanên êrişê.   Îro li avahiya HDP’a Bajêr, Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Peyasê kongreya xwe li dar xist. Malbatên li ber HDP’ê heqaret li rojnamevanên ku çûn kongreya HDP’ê jî şopandin kirin. Her wiha van malbatan çêr li rojnamevanan kirin û hewl dan êrişî wan bikin.   MEDYA HAVÛZ ÊRÎŞ Û HEQARETA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN NEDÎT   Medya havûzê ku berdevkiya îqtîdarê dike û li ber avahiya HDP’ê kamp çêkirine jî vê hewldana êrişî û heqareta li rojnamevanan ji nedîtî ve hatin û vê yekê manîpule kirin. Medya berdevk heqaret û hewla êrişa li dijî rojnamevanan nedît û wek rageşiya li ber HDP’ê nûçeyan serwîs kir.