ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-17 09:00:30 * Prof. Dr. Baskin Oran, ji bo gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan diyar kir ku para rejîmê ya hevpar fobiya kurd e û got: "Gotina 'reformê' bi temamî ji bêçaretiyê ye." * Hevserokê Şaxa SES a Amedê Şiyar Guldîken anî ziman ku piştî RTC'yê derbarê derzîkirinê de daxuyanî da, Wezareta Tenduristiyê jî mecbûr maye daneyên şewbê yên Tirkiyeyê aşkere bike. Her wiha Guldîken, da zanîn ku li bajêr rojê testa hezar û 500 kesî pozîtîf dertê.    * Binevş Silik, anî ziman ku meheke xeberê ji hevjînê xwe girtiyê nexweş Ahmet Silik negirtiye û got: "Êdî min û zarokên xwe nas nake. Ji ber ku bîrsarî bûye, nikare ji gardiyanan re bibêje 'dermanên min bidin min.' Bila dawî li vê zilmê bê."    * Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, anî ziman ku qeyûm tiştên ku nekirine jî wekî kiribe nîşan dide û pereyan dide fîrmayên alîgir.    * Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine grevaa birçîbûnê, xwestin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û ji bo piştgiriyê bang li her kesî kirin.    * Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got: "Hewce ye em gişt bibin nefesa girtiyan. Bi rastî heke em bikaribin daxwazên girtiyan bînin ziman, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje."   * Nivîskar û Rojnameger Kakşar Oremar, diyar kir ku ruhê yekîtiya neteweyî ya Komara Kurdistanê  ku li Mahabadê hat avakirin, îro li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jîn bûye û wiha got: “Divê Kurd êdî bi dengê 74 sal berê li Qada Çarçira bilind bû bibin yek."    * Polîsan li endam û rêveberên HDP'ê yên Êlihê bi hinceta di çalakî û daxuyaniyan de mesafeya fîzîkî li ber çavan negirtiye nêzî 1 milyon tl cezayê pereyan birîn. Rêveberan bertek nîşanî ceza dan û anîn ziman ku ji ber wan mafê xwe yên demokratîk parastiye ev ceza li wan hatiye birîn.    * Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê wê têkildarî Tevgera Metoo ku jinan li dijî tundiya zayendî dabû destpêkirin, li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar bixe. (13.00)   * Haber Sen, ji ber sirgûnbûna Sekreterê xwe yê Giştî Îbrahîm Damatoglû di serî de li Stenbol, Mersîn, Enqere, Amed û gelek bajarên din daxuyanî bide. (12.45)   * Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz, û Keskîn Bayindir, Hevserokê KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk û parlamenterên HDP'ê yên herêmê têkildarî yekitiye neteweyî li avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyaniyek bidin.(13.00)    * Danişîna doza peywirdarên cemaweriyê yên ku berpirsyariya wan di cînayeta Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dînk heye tên darizandin, wê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Wê HDP, di çaroveya hevdîtinên budçeyê de serdana esnafên navçeyên Sariyer û Arnavûtkoyê yên Stenbolê bike.(13.00-15.00)   * Şaxên ÎHD û TÎHV'ê yên Stenbolê wê girtina Hefteya Mafê Mirovan li avahiya şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêk bînin. (18.00)    * We Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku duh ji ber avahiya AKP'ê ya Rihayê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn û hatibûn binçavkirin derkevin dozgeriyê.