Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye 2020-12-17 09:04:17 STENBOL - Prof. Dr. Baskin Oran, ji bo gotinên Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan diyar kir ku para rejîmê ya hevpar fobiya kurd e û got: "Gotina 'reformê' bi temamî ji ber bêçaretiyê ye." Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan, ev çendeke behsa "reformê" dike. Piştî van daxuyaniyên Erdogan çete û mafyayên salên 90'î cardin derketin holê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî têkildarî vê îmzevanên "805 Welatî" ku doza jiyaneke mirovane kiribûn hedef girtibû. Yek ji van îmzevana jî Prof. Dr. Baskin Oran e.    Oran, ji bo îmzevan û daxwazên "805 Welatî"yan anî ziman ku îmzevan ji bo jiyaneke mirovane doza hiqûq û demokrasiyê dikin û got: "Em dizanin ev tiştên sereke yên ku îmzevan doza wan dikin, ne ew tişt in ku rejîm wan qebûl bike. Ji lewra gava ku qebûl bikin, dê îqtidara AKP+MHP'ê nemîne. Heta wê ji ber kirinên xwe sewqî dadgehan bên kirin."    'FOBIYA KURD'   Oran, ji bo gotinên Bahçelî ku dixwaze HDP bê girtin û gotinên reformê yê Erdogan jî got: "Ez pir axivîm û min pir nivîsand. Bi kurt û kurmancî behs bikim. Tekane para hevpar a rejîmê, fobiya kurd e. Ne ji vê têmayê be dê ev koalîsyon belav bibe. Me ji xeynî AKP'ya îslamparêz + MHP'yan nîjadperest + Ergenekon + yekîtiya neteweperestan pareke hevpar heye?"    NÎQAŞÊN DERBARÊ GIRTINA HDP'Ê Û HILBIJARTINA PÊŞWEXT    Oran, derbarê nîqaşên ji bo girtina HDP'ê de û pirsên wekî "gelo dibe ku ji ber hilbijartineke pêşwext be" anî ziman ku dibe ku hesabekî rejîmê hebe û got: "Dibe ku hesabekî rejîmê hebe; 'Heger bigirim û hilbijartineke pêşwext bikim dê firsenda rêxistinbûyînê bi dest wan nekeve.' Halbûkî bi awayekî fiîlî hilbijartineke wiha nepêkan e. Ji lewra heger li AYM'ê doza girtinê bê vekirin jî ev herî kêm dê 6-7 mehan dewam bike."   Oran wiha dom kir: "Ev cîhana hêviyê ye, bixwe memet bixwe. Ji sala 1971'ê heya niha ji ber meseleya kurd tam 13 partî hatine girtin û ji salên 90'î heya niha her ku Tirkiyeyê partî girtine, DMME'yê ew mehkûmî tazmînatê kiriye. Her digirin li meclîsê nasnameya kurd xurtir dibe. Dê di vê serdema ku tu şaredar nemane qeyûm tayinî şûna wan nehatine kirin, tu parlementerên HDP'î nemane derbarê wan de fezleke nehatibin amadekirin de jî heman tişt bibe."    TRAJÎKOMÎK   Oran, ji bo daxuyaniyên Erdogan ên derbarê "reform"ê de jî got: "Hem tu yê 'reformê' bikî, hem jî tu yê guh nedî daxwazên ji bo demokrasiyê. Bi ser de jî zext û zorî bênavber dewam dikin. Tiştine wisa dikin, êdî ji komîkbûyînê jî wirdetir in. Tiştên trajîkomîk dikin."    Baskin herî dawî got: "Ev gotina 'reformê' ya ku bilêv dikin, ji bêçaretiyê ye. Bihêlin bila hinekî wisa biçin. Heya ji bin ve bên edilandin."    MA / Nacî Kaya