Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake 2020-12-17 09:05:36 ÎZMÎR - Binevş Silik, anî ziman ku meheke xeberê ji hevjînê xwe girtiyê nexweş Ahmet Silik negirtiye û got: "Êdî min û zarokên xwe nas nake. Ji ber ku bîrsarî bûye, nikare ji gardiyanan re bibêje 'dermanên min bidin min.' Bila dawî li vê zilmê bê."  Li Girtîgeha Menemen a Îzmîr a Tîpa R'yê rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî her diçe xirabtir dibe. Silik, di 4'ê Mijdara 2011'an de ji ber îxbarekê li navçeya Bayrakliyê hatiye binçavkirin û piştî 4 rojên di bin çavan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatiye girtin. Piştî salekê yanî di 19'ê Cotmeha 2012'an hatiye berdan, lê belê du meh şûn de Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 6 sal û 6 meh û 22 roj ceza lê biri. Dadgeha Bilind jî di 21'ê Sibata 2017'an de cezayê lê hatibû birîn pesend kir û Silik di 9'ê Adara 2018'an de di dema kontrolkirina nasnameyê de cardin hatiye girtin û ew şandine girtîgehê.    Berê nexweşîna prostat, şekir, qelb û tansiyona zêde bi Silik re hebû û ji ber xitimandina demara mêjî 2 caran emeliyatt bûbû. Lê belê piştî ketiye girtîgehê rewşa wî xirabtir bûye. Piştî hatiye girtin felcî û bîrkorî bûye. Niha nikare bi tena serê xwe dermanên xwe jî bixwe. Her wiha Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" daye wî.    HER TIŞT JIBÎR KIRIYE   Hevjîna wî Binevş Silik a 73 salî, anî ziman ku her diçe rewşa hevjînê wê xirabtir dibe. Silik, bilêv kir ku hevjînê wê êdî ne wê û ne jî zarokên xw enas nake û bi hinceta ku "diçe nexweşxaneyê tê di karantînayê de ye" meheke nikare xeberê ji hevjînê xwe bigire. Silik got: "Ez ji ber ku extiyar im, nikarim pir derkevim. Zarokên min dixwazin biçin, lê belê tim dibêjin 'di karantînayê de ye.' Niha em nikarin bi telefonê jî pê re biaxivin. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Di hevdîtina dawî de hevjînê min nizanibûye kincên xwe jî li xwe bike. Jibîr dikir avê jî vexwe. Ji ber ku bîrsarî bûye nikare ji gardiyanan re bibêje 'dermanên min bidin min.' Hevjînê min berê rojî digirt, nimêj dikir. Êdî nimêj jî jibîr kiriye. Nizane kîjan roj, hefte, meh û demsal e."    ‘GIRTIYÊN NEXWEŞ ÇIMA GIRTÎ NE?'    Silik, bilêv kir ku di hevdîtina dawî de hevjînê wê bi sendelyeya biteker anîne û nigekî wî felcî bûye. Silik, diyar kir ku mehek berê bi telefonê bi hev re axivîne, lê belê ji ber ku hevjînê wê nikaribûye telefonê hilgire pir neaivîne. Silik bang kir: "Hikûmet çima girtiyên nexweş di girtîgehê de dihêle?"   Silik got: "Min ji midûrê girtîgehê re got, 'hevjînê min berdin, çima hûn wî bernadin?2 Wî jî got, 'tiştek di destê mind e tune ye, heger bibêjin berdin, em ê berdin.' Rapora wî heye. Lê dozgerê Îzmîrê dibêje dikare di girtîgehê de bimîne. Wî bixwe jî digot, 'Bawer nakim ji vê derê derkevim.'"    Silik, xwest rojek berî rojekê girtiyên nexweş bên berdan û got: "Hikûmet girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle. Êdî bila ev zilm biqede. Em naxwazin kes li girtîgehan bimire. Em ê bêdeng nemînin. Ma Wezîrê dadê Abdulhamît Gul qey vê zilmê nabîne?"    MA / Rûken Demîr