Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye 2020-12-17 09:10:15 ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven got: "Hewce ye em gişt bibin nefesa girtiyan. Bi rastî heke em bikaribin daxwazên girtiyan bînin ziman, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje." Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê  PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên mirovan, di 27’ê Mijdarê de li girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin. Niha koma pêncem di greva birçîbûnê de ye.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de axivî û destnîşan kir ku her kes bibe dengê girtiyan û bidawîkirina tecrîdê daxwaza milyonan e.    'DI ŞEXSÊ OCALAN DE AŞITÎ TÊ ESARETKIRIN'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku tecrîda li ser gelê kurd 22 sal in didome û her diçe girantir dibe. Guven, bal kişand ser çalakiyên li dijî tecrîdê û destnîşan kir ku gelê kurd bi van çalakiyan nîşan daye ku tecrîdê qebûl nake.    Guven wiha axivî: "Ji sala ku birêz Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirine heta roja me ya îro, ev tecrîd didome. Wê demê, bi sedan kesî bi dirûşmeya 'Hûn nekarin roja me  tarî bikin'  çalakî pêk anîn. Gel di wê salê de jî diyar kir ku di şexsê birêz Ocalan de ew tên tecrîdkirin. Bi sed hezaran mirovan diyar kir ku her tişt bi birêz Ocalan pêkan e. Gel got, li Îmraliyê di şexsê birêz Ocalan de aşitiya Rojhilata Navîn tê esaretkirin.  Li dijî vê gelek caran di dîrokên cuda de grevên birçîbûnê  hatin destpêkirin. Bi van çalakiyan hat xwestin ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. Yek ji wan grevên birçîbûnê di sala 2012'an de dema ku em di girtîgehê de bûn hat destpêkirin. Piştî peyama birêz Ocalan, greva birçîbûnê di roja 68 rojan de bi dawî bû. Lê pişt re tecrîd dîsa berdewam kir. Di dema derbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê de, gelê kurd pir bi fikar bû. Me nizanibû ku birêz Ocalan di çi rewşê de ye. Me nedizanî ku darbekaran çi kiriye. Me di wê pêvajoyê de jî xwest, em agahiyekê bistinîn, lê dewletê dîsa xwe bêdeng kir."    'DAXWAZA MILYONAN BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ YE'   Guven, di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku mînaka tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li tu deverên cîhanê nin e û axaftina xwe ya derbarê çalakiyên greva birçîbûnê yên berê de domand: "Wê demê, me 50 siyasetmedarên Kurd dest bi greva birçîbûnê kir. Di roja 8'an de civînek hat lidarxistin û ji me re hat ragihandin ku rewşa birêz Ocalan baş e û me greva birçîbûnê bi dawî kir.  Dûv re tecrîdê dîsa berdewam kir  û vê carê min  li girtîgeha Amedê, di 7'ê Mijdara 2018'an de biryar da ku dest bi greva birçîbûnê bikim. Dema ku min ev biryar bi tena serê xwe girt, ez Hevseroka KCD'ê bûm. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekî kongreyê hewledaneke  me hebû. Em vê pir zelal dibêjin, di çareserkirina pirsgirika kurd de rol û mîsyona birêz Ocalan girîng e. Bi vê ramanê ez wekî siyasetmedareke kurd fikirîm ku divê bi felsefeya Ocalan gavekî biavêjim. Wekî ku hat dîtin ev  greva birçîbûnê roj bi roj mezin bû û li çar aliyê cîhanê belav bû. Min jî di roja ewil de got, ez dixwazim greva birçîbûnê dest pê bikim, lê daxwaza min daxwaza mîlyonan e. Lê bi rastî jî ev daxwaz bû daxwaza mîlyonan. Daxwaza mîlyonan, bidawîkirina tecrîdê ye."    Guven, bal kişand ser çalakia greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku ji 27'ê Mijdarê ve li girtîgehan dest pê kiriye û got: "Em dizanin ku her roj komên nû tevlî dibin û greva birçîbûnê didome. Bêguman, daxilbûna nav greva birçîbûnê ne biryareke hêsan e. Kes ji jiyana xwe bêzar nebûye. Her kes dixwaze azad bijî. Em dixwazin hestên xwe bi zimanê xwe bînin ziman. Kesekî ku gel wî wekî rêberê xwe dibîne, divê di girtîgehê de nemîne."   'EM BIDIN DENG Û NEFESA GIRTIRYAN'    Hevseroka KCD'ê Guven, di dawita axaftina xwe de bang li her kesî kir ku bibin dengê girtiyan û got: "Ji canê wan pêvtir tiştekî wan nemaye. Ji ber vê yekê, girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û civakê vedixwînin hestiyariyê. Saxbûna wan di dest me de ye. Erê, wan bi îlankirina îradeyê dest bi greva birçîbûnê kiriye. Lê ji vir şûnde her tişt di destê partiyên derveyî, partiyên siyasî, komele, saziyan de ye. Ji ber ku ev daxwaz daxwazeke ji bo mirovahiyê ye. Di şexsê Ocalan de tecrîd li ser tevahiya civakê tê meşandin. Em dizanin ku di girtîgehan de metirsiya pandemiyê heye. Hevalên me, ku dest bi grevê kirin, li gel pandemiyê zêde şansê wan nîne ku bidomînin. Rewş pir girantir û krîtîktir e. Di vî warî de, ev ji bo me hemûyan pirsgirêkek e û ev pirsgirêkeke exlaqî û wijdanî ye. Hewceye ku em gişt bibin nefesa girtiyan. Heke ku em bi rastî bikaribin daxwazên girtiyan bînin ziman, dê dewlet neçar bimîne ku li pêşberî vê çalakiyê gavekê bavêje. Ez bawer dikim ku dê gelê me di vê mijarê de bi hestiyarî tev bigere û bike ku dengê girtiyan bê bihîstin."    MA / Zeynep Dûrgût