Li Amedê mijekî zêde 2020-12-17 10:59:03 AMED – Li Amedê di saetên serê sibehê de mijekî zêde çêdibe û dûrahiya dîtinê heta 50 metreyî dikeve.  Piştî barana ku çend rojan li herêmê bariya, mijekî zêde çêbû. Li Amed, Êlih û Sêrtê di saetên serê sibehan de mijekî zêde çidibe. Li navenda Amed û navçeyên wê yên navendî ji ber mij dûrahiya dîtinê daket heta 50 metreyî. Mij bi awayekî neyînî bandor li trafîqê kir û ajokar zehmetî kişandin.