Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2020-12-17 11:23:16 STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dimînê, Raziye Tûrgût, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo ku sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 sal di navbera 2’ê Gulanê û 7’ê tebaxa 2019’an de 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.    Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, di 23’ê îlonê de bi hinceta “nexşerêya” ku Ocalan di sala 2009’an de amade kiribû û ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, ji bo 6 mehan hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re qedexe kiribû.