Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin 2020-12-17 11:37:41   STENBOL - Li Tûzlayê zilamê bi navê Ceyhûn Çatalca hevjîna xwe qetil kir.    Li Taxa Aydinli ya navçeya  Tûzla ya Stenbolê, zilamê bi navê Ceyhûn Çatalca hevjîna xwe Seher Çatalca ya ku her tim tundî lê dikir, qetil kir. Ekîbên tenduristiyê li ser agahî dayîna cîranan hatin cihê bûye. Seher Çatalça ya ku rakirin nexweşxanê, di rê de jiyana xwe ji dest da.    Hat diyar kirin ku bersûc Ceyhûn Çatalca piştî hevjîna xwe kuşt ji cihê bûyerê reveiya û ji bo binçavkirina wî dest bi lêgerînê hat kirin.