YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine 2020-12-17 13:17:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandariya Giştî ya YPG'ê, derbarê îdîayên Wezareta Pêşmergeyan a "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kir" de, daxuyaniyek weşand û got: "Hêzên me bi tu awayî êrışî baregehên pêşmergeyan nekirine."   Yekîneyên  Parastina Gel (YPG), derbarê îdîayên Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Federe ya weke "YPG'ê êrişî pêşmergeyan kir" de, daxuyaniyek nivîskî weşand.    YPG'ê, di daxuyaniya da de wiha got: "Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine. Em bang li Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe dikin ku êdî dest ji siyaset êrîşkar, provokasyon û sûcdariyên xwe yên li dijî me berde."     Di dewama daxuyaniya YPG’ê de wiha hat gotin:    “Di salên derbasbûyî de bi awayekî daîmî pêvajoyên hevrêziya hevbeş di navbera Rojava û herêma Kurdistanê de hebûn û berdewam dikin. Ev pêwendî di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ'ê û pêkanîna aramî û ewlehiya herêmê dihatin kirin. Di encama vê hevrêziyê de gelek aloziyên ku li ser sînor rû didan, çareser dibûn.   Hêzên me di 16’ê Kanûnê de, li nêzî navçeya Sihêla êrîş bi ser tu baregehen pêşmerge de nebirine. Tu sedem tuneye ku êrîşek wiha biqewime. Di derbarê mijarê de gelek daxuyaniyên ragihandinê hatin dayîn ku rewşê mezin dikin û ji rastiyan dûr dixin. Di rastiyê de, tiştê ku qewimî di encama pêwendî û hevrêziya kêm di navbera me û kes û saziyên pêwendîdar ên herêma Kurdistanê de bû. Berovajî vê, em Yekîneyên Parastina Gel rêz li xweseriya herêma Kurdistanê digirin û bang li wan dikin ku dev ji siyaseta êrîşkariyê, provokasyonan û tawankeriyê berdin. Divê hemû pirsgirêk bi rêya danûstandin û diyalogê werin çareserkirin.”