Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî 2020-12-17 14:00:50 ŞIRNEX - Gelê Şirnexê, berî daxuyaniya derbarê yekitiya neteweyî ya siyaseta kurd de, hatin ba hev û bi coşeke mezin govend gerandin.    Beriya daxuyaniya derbarê yekitiya neteweyî ya siyaseta kurd ku bi tevlîbûna Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û parlementerên HDP’ê yên heremê, li pêş avahiya HDP’ê ya Şirnexê pêk were de, gelê Şirnexê li avahiya HDP'ê  kom bû. Girseya ku bi mûzîkê re govend gerand bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî”, “Bijî Serok Apo” berz kirin.