Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e 2020-12-17 16:26:01   ŞIRNEX - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven,di daxuyaniya yêkitiya neteweya kurd de axivî û got: "Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tê meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema kurdan e. Dem dema statû standin û yêkitiya neteweya gelê kurde."   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên DemokratîK (DBP) Keskîn Bayindir û parlamenterên HDP'ê yên herêmê, rêxistinên HDP'ê yên Mêrdîn, Sêrt û Êlîhê têkildarî yekitiya neteweya kurd li ber avahiya rêxistina HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Dem dema Yekitiya Netewî û Azadiyêye" hat vekirin. Dovîzên "Bimre xiyanet",  "Kurdno bibin yek" û "Kurdistan yeke" hatin rakirin. Daxuyanî di bin dorbêça polîsan de hat dayîn.   'ŞERÊ NAVXWEYÎ ZIRARÊ DIDE ME'   Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser yekitiya neteweyiya kurd. Guven, dest nîşan kir ku îro ew li Şirnexê ne û wiha got: "Dema ku mirov dibêje Şirnex berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Em îro li Şirnexê dixwazin peyamekî bidin saziyên kurdan. Çima Şirnex? Çimkî em dizanin ku li Şirnexê wê dengê me bigihîje çar perçeyên Kurdistanê. Şirnex di heman demê de Zaxo, Qamişlo û Efrîn e. Şirnex heman demê de Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilat e. Ji ber wê dengê gelê Boranê girînge. Kesên ku li Rojhilata Navîn de li ser navê gelê kurd siyasetê didin meşandin û li ser navê gelê kurd xwedî sozin, bila vî dengê me bibihîzin. Em îro dixwazin ku bang bikin, em di rewşeke çawa de derbas dibin û em niha çi jiyan dikin? Niha di navbera hêzên kurdan de alozî hene. Hin hêz dixwazin kurdan bînin beramberî hev û şerekê bidin destpê kirin. Em li Botanê bang dikin, ew hêzên ku hatine hemberî hevdû bila ji van polîtîkayên şaş bizivirin. Ev şer zirarê dide me. Em daxwaz dikin ku ji vî şerî berpirsyare bila vî dengê me bibihîze. Bila birakujî di nav gelê me de çênebe. Bila şerê navxeyî di nava gelê me de çênebe. Bila herkes bizane ku desthilatdaran em kurd kirine çar perçe. Em vî şerî qebûl nakin. Kesên ku jiyana xwe ji dest didin hemû heval û hogirên me ne. Ji ber vê em li vir bang dikin û dibêjîn ji vê şaşitiyê bizivirin. Heger kurd hevdû bikujin wê kî kêfxweş bibe? Bila derdorê xwe binêrin."   'ÇI HATIBE SERÊ ME JI BÊTIFAQIYÊ HAT SERÊ ME'   Guven, da zanîn ku hêzên desthilatdar naxwazin ku gelê kurd bibe xwedî statû û wiha bilêv kir: "Ji ber vê yêkê tişta herî pêwîst yêkitî û tifaqa gelê kurde. Kesên ku dixwazin ku kurd li hemberî hevdû şer bikin, em wan nas dikin. Desthilatdarên li Rojhilata Navîn naxwazin ku kurd bibin xwedî statû û ew dixwazin kurd hevdû bikujin. Evê tu serkeftinê ji me re neyîne. Tişta duyemîn ji ew e ku wan heta niha gelek tişt li ser serê me meşandin. Ji serhildana Agiriye û heta Zîlan û Roboskiyê çi bi serê me hatibe ji bêtifaqiya me serê me hatiye. Em gelekê pir hêja ne. Çima tifaqa me û yêkitiya me tune ye? Çima em milên xwe nadin milên hevdû? Ji ber vê hêzên desthilatdar her tim dixwazin ku me perçe bikin. Îro hewceye ku em vê rastiyê bibînin û em li gorî vê tevbigerin. Hêviya me ji gelê me ew e ku li dijî van lîstîkan bibin tifaq. Çawa ku me li Şirnexê tifaqa xwe pêk anî, hewceye ku em li her çar perçeyên Kurdistanê jî vê tifaqa xwe ava bikin."   'DEM DEMA GELÊ KURD E'   Guven, bal kişand li ser tecrîta li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha bi dawî kir: "Li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 salin tecrîteke girankirî heye. Ji bo bi dawîkirina tecrîta li ser birêz Ocalan me gelek çalakî li dar xistin. Niha jî li girtîgehan, bi hezaran hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Weke ku hûn jî dizanin nexweşiya Kovîd-19 heye û zilma li ser zindandan jî didome. Li dijî hemû neyiniyan hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Hevalên me dibêjin heta ku Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan azad nebe ewê dev ji çalakiya xwe bernedin. Ji ber vê em li Şirnexê em ji zindanan re silavek gerim dişînîn. Li Rojhilata Navîn polîtîkayên gelek taybet tê meşandin. Lê em dibêjin ku di vê sedsalê de dem dema Kurdan e. Dem dema statû standin û avakirina yêkitiya neteweya gelê kurde. Divê em zêdetir bikevim kolanan û têkoşîna xwe zêdetir mezin bikin. Em kurdin û navê erdnîgariya me jî Kurdistanê. Em careke din bang dikin, divê herkes polîtîkayên xwe yên li hemberî kurdan li ber çavan derbas bikin."   'EM Ê TÊKOŞÎNA XWE MEZIN BIKIN'   Piştre Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî û wiha got: "Em dibînin ku hikûmeta AKP-MHP hewl dide destkeftiyên gelê kurd tune bike. Lê divê ew ji bîr nekin ku gelê kurd ne weke berê ye. Ew gel e ku hişyariya neteweyî stendiye û bûye xwedî statû. Êdî tehemûla gelê kurd li dijî tu hêzên dagirker nemaye. Daxwaza gelên herêmê muzakere û diyalog e û ya ku em hemî dixwazin ev e. AKP-MHP dixwaze stratejiyek şer pêk bîne. Gelê kurd neçar e ku yekîtiya xweya neteweyî biparêze. Weke kurd, em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê zilmê mezin bikin. Tifaqa gelê kurd berpirsyariya herî serekeye. Divê her kurdek bi vê zanebûnê tevbigere."   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bimre xiyanet" bi dawî bû.