Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma 2020-12-18 09:08:04   AGIRÎ - Bazara Heywanan a Agiriyê ku di mehên havînê de ji toz û dumanê xuya nake, bi hatina berf û baranê re jî, vediguhere teqana heriyê. Welatiyên ku li bazarê dixebitin û bi wergirtina gîzmeyan bergiriyên xwe digirin, ji vê rewşê şaredariya AKP’ê berpirsiyar digirin.    Bazara Heywanan a Agiriyê ku di nava borseyên heywanan ên herî girîng ên herêmê de cih digre, di mehên havînê de ji toz û duman xuya nake û di mehên zivîstanê de jî, di nava heriyê de dimîne.   Bi sarbûna hewayê re, barîna befir û baranê re, bazara heywanan veguherî gola heriyê. Bi sedan mirovên ku her roj ji bo heywanên xwe bifiroşin, tên borseyê, ji rewşa heyî ser û binê wan dibe herî. Mirovên heywana difiroşin û yên dikirin, li dijî Şaredariya AKP’ê ya Agiriyê ku li hemberî vê rewş xemsar tevdigere bi bertekin.    'BI SALANE XWÎNA ME DIMIJÎN’   Yek ji firoşkarên heywanan Ayhan Kaya, diyar kir ku Serokê Şaredariyê Savci Sayan, her tim propagandeya xwe dike û wiha axivî: “Sayan ka ji kerema xwe re bila bê li halê me mêze bike ku em di çi rewşê de ne. Ev kar, naşibe karê alîkariya pakêteke xurek a dide mirovên feqîr. Li şûna ku mirovên xizan biçûk bixin, bila bên bazara heywanan a ku pere bi gelê Agiriyê dide qezenckirin, paqij bikin.”   Kaya, dazanîn ku di ketina bazarê de şaredarî fîşê pere li wan dibire û wiha bilêv kir: “Lê dema tê xizmetê jî, şaredarî tu xizmeta me nake. Mirov ji serê sibê, heya danê êvarî, neçar dimînin ku di nava vê qirêjiyê de bimînin. Ev rewş zirarê dide heywanan jî. Di heman demê de derdikevin û dibêjin, ‘Çandinî û sewalkarî bi dawî bûye.’ We bi xwe çandinî û sewalkarî qezend. Bi salane xwîna gelê Agiriyê di mêjin. Kî hatiye ev gel xapandiye. Bila êdî qadên me yên kar teng nekin, da ku mirov karibin bixebitin û debara xwe bikin.”    BERGIRIYA BI GÎZME   Çayhan Kiliçarslan jî, anî ziman ku baza nayê paqijkirin û şaredarî naxwebite. Kiliçarslan, dest nîşan kir ku mirov ji ber heriyê gîzmeyan li xwe dikin û wiha bertek nîşan da: “Ji qirêjiyê mirov nikarin bimeşin. Çi dema ku baran li vê derê dibare, bazara me di  nava heriyê de dimîne. Em dixwazin ev der bê paqijkirin.”    'JI BERÊ XIRABTIRE’   Nîmet Gokhan jî, diyar kir ku pirsgirêka wan a herî sereke pirsgirêka binesaziyêye û wiha hirsa xwe anî ziman: “Berî hilbijartina şaredariyê, AKP soza ku wê Agiriyê veguherîne Parîsê da bû. Lê rewşa Agiriyê ya niha ji berê xirabtire. Ji ber ku li vî bajarî xebateke baş tuneye. Ger xebat hebûya, wê mirov jî rehet bijiyan. Mînak wê bazara heywanan ne di vê rewşê de bûya. Herî û qirêjiya bi ser me re avêtiye. Lê kes guh nade dengê me.”    ‘NAYÊ PAQIJKIRIN’   Welatiyê bi navê Mehmet jî, anî ziman ku ew her roj tê bazar û ev bersiv da: “Sozên ji bo mirovan hatin dayîn, yek ji wan jî nehatin bi cih anîn. Hemû kes ji vê rewşê gilîdarin. Şaredarî bi bazara heywanan re eleqedar nabe û xizmetê nake. Ger rojane ev der bê paqijkirin, wê evqasê qirêj nebe. Em her roj heywanan tînin vê derê. Em neçarin ku debara xwe bikin. Lê kesên vê yekê layîqî me dibînin bi la ji xwe şerim bikin.”   MA / Bariş Donmez - Ozlem Yayan