'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin' 2020-12-18 09:14:51   MÊRDÎN – Kardêr Şerîf Acara ku di çaçroveya lêpirsîna nelirêtiyê de ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin îfade da, destnîşan kir ku wesayîta ku qeyûm bi kar tîne bi bertîla hatiye dayîn hatiye kirîn û li dor 3.5 milyon TL'yî pere bi darê zorê jê hatiye stendin.    Bi hinceta ku "Pere ji PKK'ê re diçin" qeyûm tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin. Lê belê ji roja ku qeyûm tayinî şaredariyê kiriye heta niha nelirêtî li ser nelirêtiyê, bertîl li ser bertîlê tê stendin. Piştî ku mufetîş hatibûn û lêkolîn kiribûn lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de di 26'ê mijdarê de gelek kes hatibûn binçavkirin. Yek ji van kesan jî Zeynî Teker bû. Teker ligel Cîgirtiya Sekreterê Giştî li ser 6 karan bû. Her wiha kardêr Şerîf Acar jî di çarçoveya vê lêpirsînê de hatibû girtin.    Di lêpirsîna berê ya derbarê Şîrketa Kentê ya şaredariyê de Midûrê Giştî yê Şîrketa Kentê û Midûrê Dîcle Elektrîkê (DEDAŞ) ê Mêrdînê Mehmet Bûlût hatibû girtin û piştî 1.7 milyon TL dabû hatbû berdan. Bûlût jî daxilî nav vê lêpirsîna dawiyê hat kirin. Ligel Bûlût, Adnan Yuksel ê xwediyê şîrketekê ku bi şaredariyê re xebitîbû û xwarziyê qeyûm Mûstafa Yaman Yûnûs Emre Akça jî daxilî nav lêpirsînê hatin kirin.    NE JI BO GEL, JI BO RANTÊ HATIYE XERCKIRIN    Di dema qeyûm de çêkirina Baxçeyê Gel ê Kamorê îhaleyeke bi 10 milyon û 937 hezar û 905 TL'yî hatibû çêkirin. Derbarê vê îhaleyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Projeya Baxçeyê gel a Kamorê di dema rêveberiya DBP'Î de wekî projeya Qada Jiyanê ya Kamorê hatibû amadekirin û maliyeta wê jî 2 milyon û 600 hezar Tl hatibû diyarkirin.    Tê payîn ku di nêz de dê lêpirsîn temam bibe û îdianame bê amadekirin. Lê belê me xwegihand îfadeyên hin kesan. Di îfadeyên bi dest ketine de tê gotin her tişt bi destê qeyûm Mûstafa Yaman hatiye kirin.    ‘EZ FÊM NAKIM, TELÎMATA QEYÛM BÛ'    Cîgirê Sekreterê Giştî Zeynî Teker di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku haya wî ji îhaleyan tune ye û ew Endamê Desteya Rêvebir a MARSÛ, Endamê Desteya Rêvebir a Şîrketa Kentê, Serokê Daîreya Çavkaniyên Mirovan, Serokê Daîreya Desteya Teftîşê, Mifetîşê Maarîfê û Cîgirê Sekreterê Giştî bûye. Teker, ji ber ku berpirsiyarê 6 yekeyan bûye û îmze daniye binî îhaleyan, parast ku nizane belgeyên ku wî îmze kirine aydê kîjan îhaleyan bûne. Teker di îfadeya xwe de gotiye: "Her tişt bi telîmata Mûstafa Yaman hatine kirine. Derbarê îhaleyan de bi tiştekî nizanim. Ez ji îhaleyan fêm nakim. Ez perwerdekar im."    Her wiha Teker di îfadeya xwe de diyar kiriye ku ên dosyeyê îhaleyan amade dikir Yûnûs Emre Akça bûye û ên biryar dida jî Akça bûye.   Mehmet Bûlût jî derbarê îhaleya Baxçeyê Gel ê Kamorê de derpêş kir ku di çarçoveya peymanê de malzemeyên ku bi milyon û 945 hezar TL'yî ne dê fîrma bikire, lê belê nizane bê hatine teslîmkirin an na. Bûlût di îfadeya xwe de gotiye, Zeynî Teker û Yûnûs Emre Akça piştî sehîkirina mufetîşan îmze danîne bin girtekeke kevn.    QEYÛM WESAYÎTA XWE BI BERTÎLÊ KIRΠ   Di dosyeyê de îfadeya herî balkêş jî ya kardêr Şerîf Acar e. Acar, di îfadeya xwe de diyar kir ku bertîl daye rêvebirên şaredariyê û wesayîta ku Mûûstafa Yaman bi kar dianî jî bi pereyê ku wî daye hatiye kirîn. Acar di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Îhaleya Kamorê li ser şîrketa min ma. Ji bo îhale neyê betalkirin zilamên Mûstafa Yaman Adnan Yuksel û Mehmet Bûlût hatin cem min û pere xwestin. Gotin, heger tu pereyan bidî dê îhale neyê betalkirin. Ez jî ji ber ku gef li min dihatin xwarin, ji bo îhale neyê betalkirin min bi giştî 2 milyon û 300 hezar TL pere da Adnan Yuksel. Min pere ji çekên xwe yên Bankeya Halkê dan. Bi qasî ku ez dizanim bi vî pereyî di sala 2018'an de wesayîta Audî ya modelê 2018 û 2 passat ên modela wan 2018 hatin stendin. Erebeya Audîyê Yaman bi kar dianî. Bi qasî dizanim wesayîtên din jî yek jê Adnan Yuksel û ya din jî Abdûllah Yîgît bi kar dianî. Her wiha min 2 çekên 150 hezar TL û çekeke 100 hezar TL'yî da Mehmet Bûlût. Ew çek niha li cem Mehmet Bûlût in. Ev çek ên hesabê min ê Banka Halkê ne. Her wiha Yûnûs Emre Akça jî bi zorê 825 hezar TL ji min stend. Min bi rêya hevkarê xwe H.D. 825 hezar Tl nakît dayê. Ez ê serî li dozgeriya komarê bidim û gilî bikim."    MA / Ahmet Kanbal