Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî 2020-12-18 13:00:09   AMED - Dadgehê bi hêcetên “endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê” 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle birî.   Danişîna 13’emîn a doza derbarê Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê Ayşe Dîcle, Abdullah Ademîr û Abdulselam Demîrkiran bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin.   Abdullah Akdemîr û parêzer di danişînê de amade bûn.   Parêzeran parastina miwekîlên xwe kirin.   Abdullah Akdemîr jî îdiayên derbarê xwe red kir û xwest were beraetkirin.   Dozger biryara xwe ya berê dubare kir û xwest Ayşe Dîcle bi hêceta “endamtiya rêxistinê” heta 15 sal were cezakirin.   10 SAL Û 7 MEH CEZA HAT BIRÎN   Şandeya dadgehê derbarê Abdullah Akdemîr de biryara beraetê da û ji ber derbarê Abdulselam Demîrkiran de dozek din hatiye vekirin beraeta wî red kir. Dagehê bi hêceta “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 10 meh û 15 roj û bi hêceta “propaganda rêxistinê” jî 3 sal û 9 meh bi giştî 10 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hepsê li Ayşe Dîcle birî.