Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin 2020-12-18 14:44:23 STENBOL - Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya ku girtiyan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan destpê kirin xwest daxuyanî bide, lê polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kriin û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya grev birçîbûnê ya ku girtiyan ji bo bi dawîkirin tecrîsa li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dane destpê kirin, xwest daxuyaniyê bide çapemeniyê, lê polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kirin.   Polîsan di mudaxileyê de, gelek kes bi lêdanê binçav kirin. Daxuyanî wê li Opera Sureyya ya li navçeya Kadikoyê bihatiba lidarxistin. Polîsan berî daxuyaniyê bi seatan derdora operayê girtin. Piştî girse ket qadê, polîsan êrîş kir û gelek kes bi lêdanê binçav kirin.    Hat diyar kirin ku polîsan destûr nedan ku rojnameger bikevin qadê û Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî jî derp kirin û şêwirmendê wî binçav kirin.