Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine 2020-12-18 15:42:49   SÊRT – Hat tespîtkirin ku di erdheja Sêrtê ku bi pîleya 5.1 pêk hat de de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine.   Di 3’ê kanûnê de li navçeya Misircê ya Sêrtê 5 kîlometre di bin erdê de bi pîleya 5.1 erdhej pêk hatibû û li bajarên mîna Amed, Mêrdîn, Êlih, Dîlok û Şirnexê jî hatibû hîskirin. Li gundê gundê Ayder ê girêdayî bajaroka Zorqeydê malên ji kerpîçan hilweşiyabûn. Li navenda navçeyê jî di serî de Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê xesar gihîştibû gelek avahiyan.     737 AVAHÎ HATIN TESPÎTKIRIN   Xebatên tespîtkirina xesaran ku ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê ve bi 40 xebatkaran tên kirin, didomin. Di çarçoveya xebatan de heta niha hezar û 794 avahî hatine kontrolkirin. Li navenda Sêrtê, li navenda Misircê û gundên wê û li navenda navçeya Hawêlê û gundên wê 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine.