HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî 2020-12-18 16:22:01   ENQERE - HDP'ê bi boneya salvegera 42’yemîn a Komkujiya Gurgumê li Meclîsê daxuyanî da û diyar kir ku tiştên li Gurgumê hatine kirin ji komkujiyê wêdetir qirkirin e.   Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya salvegera 42’yemîn a Komkujiya Gurgumê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementeran wêneyên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hilgirtin. Parlementera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku tiştên li Gurgumê hatine kirin ji komkujiyê wêdetir qirkirin e.   ‘ELEWÎ Û ÇEPGIR HATIN QETILKIRIN’   Hatîmogûllari, da zanîn ku malên elewiyan destpêkê tespît kirin, kirin hedef û dûre komkûjî pêk anîn. Hatîmogûllari, destnîşan kir ku Komkujiya Gurgumê bi taybetî li dijî elewî û çepgiran hat kirin û wiha got: “Hemû beşên komkujiyê bi plan û organîzekirîbûn. Li gorî daneyên fermî di vê komkujiyê de, 111 mirovan jiyana xwe ji dest dan, 200 xaniyên elewiyan hatin şewitandin û ji sedî zêdetir kargeh hatin texrîbkirin. Li gorî daneyên ne fermî ev tablo gelek zêdetir e.”   ‘JI ALIYÊ CÎRANÊN XWE VE HATIN QETILKIRIN’    Hatîmogûllari, anî ziman ku ltişta li Gurgumê pêk hat komkujiye û wiha berdewam kir: “Cennet Çîmen a 80 salî ya ku çavên wê korbûn, çavên wê derxistin, qetilkirin û avêtin çala tiwaletê. Esma Sûna ya ducanî bû zikê wê qelişandin û pitika wê ya 8 mehî derxistin. Alî Traş ê 12 salî piştî dest û lingên wî birîn perçekirin û di qazanan de kelandin. Ev ne komkujiyeke, qirkirina elewiya ne. Bi taybetî elewiyên hejmara wan kêm û bêparastin bi hovane hatin qetilkirin. Tişta ku mirov pê diêşe, elewî ji aliyê cîranên xwe yên ku her tim têkiliya wan bi hev re hebûne ve, hatine qetilkirin.”   ‘CEZAYÊN KU QANÛN CIHÊ XWE BIBÎNE’   Hatîmogûllari, bilêv kir ku ji kujeran re cezayên ku tenê qanûn cihê xwe bibîne dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta ku welatê me ji paşeroja xwe re rûbirû nemînin wê pêş nekevin. Nêzîkatiya kesên niha berpirsyartiya welat digirin a komkujiyan dide nîşandan ku ji bo demokrasî û aştiyeke civakî hêj gelek rê heye. Ji bo ku demokrasî pêşbikeve divê mafê hemwelatîbûna wekhev ên mirovên me yên nasnameyên wan ên nijadî û bawerî hene, werin naskirin. Heta ku bêhna me têrê bike, em ê canên xwe yên me windakirine bi bîr bînin û êşên wan parve bikin.”