Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê 2020-12-18 20:57:23   WAN - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût ku duh li Cizîrê hatibû binçavkirin, birin Wanê.    Nûçegihanên ajansa me Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren duh êvarî gava ji Şirnexê diçûn Cizîrê, li têketina Cizîrê hatibûn binçavkirin. Kaya, Aydin û Ren hatibûn berdan, lê belê Dûrgût hatibû binçavkirin.    Rojnamevan Dûrgût ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de hatiye binçavkirin, îro birin Wanê. Hat hînbûn ku derbarê dosyeya nûçegihana me de "biryara veşarî" heye û wê roja duşemê îfadeya wê bê girtin.   4 ROJNAMEVAN HATIBÛN GIRTIN   Di 11'ê Îlonê de eskeran li bejahiya navçeya Şax a Wanê welatî Osman Şîban û Servet Tûrgût binçavkirin û piştî ew îşkence kiribûn, an ji helîkopterê avêtibûn. Piştî demê Servet Tûrgût ji ber avêtina ji helîkopterê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Derbarê vê bûyerê de nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr û nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala di 9'ê Cotmehê de hatibûn girtin. Her çar rojnamevan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Wanê dabû destpêkirin de hatibûn girtin. Nûçegihana me Zeynep Dûrgût jî duh di çarçoveya vê lêpirsînê de hatiye binçavkirin.