246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin 2020-12-18 21:00:00   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 246 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 26 hezar û 410 kesên din jî pozîtîf derket.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 246 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 26 hezar û 410 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 17 hezar û 610 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû milyon û 982 hezar û 90.