ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-19 09:01:41   * Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê de bang li Wezîrê Dadê kir û got: "Derket li ber çavê 80 milyon mirovî, wê biryara hevdîtinê got. Lê niha tu rastiya wê gotina wî tune ye. Gelo çi qasî şerm dike?"  Aslan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.    * Endamê MYK'a HDPê Mahfuz Guleryuz diyar kir ku her aliyê bêhiqûqî yê ku bi tecrîda li Îmraliyê tê meşandin dest pê kiriye li tevahiya civakê belav bûye û got: “Wan dixwest Sûriye dagir bikin û têxin nav axa xwe. Ger dijberiyek Kurd tunebûya, wê nimêj li Mizgefta Emewiyan bihata kirin. Heyfa a vê yekê tê girtin.”   * Parêzer Guçlu Sevîmlî bibîr xist ku pêvajoyên hiqûqî yên Komkujiya 19'ê Kanûnê bi bêcezatiyê bi dawî dibin û heman talûke ji bo doza Girtîgeha Bayrampaşayê jî didome. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Gulseren Yolerî jî anî ziman ku tecrîda li girtîgehan li tevahiya civakê belav bûye.    * Siyasetmedar Ahmet Farûk Unsal anî ziman ku heger Tirkiye di warê statuya kurdan de gavekê navêje, dê di warê "yekpareriya xwe de bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne".    * Mehmet Bûlût, di lêpirsîna nelirêtiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, destnîşan kir ku qeyûmê berê Mûstafa Yaman îhaleyeke bi 15 milyonî bi 45 milyon TL'yî daye fîrmayeke Xarpêtê.    * Karkeran bang li Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm kirin û gotin: "Em nikarin debara xwe bikin."    * Li Qereyaziyê malbata Sunbul ku di salên dawî de polîsan 9 caran avêtiye ser mala wê, ferdek wê 20 sal in li sirgûnê ye, 2 ferdên wê tevli nav PKK'ê bûne û ferdên wê yê din jî tim tên girtin û ceza li wan tê birîn.      * Yek ji bajarên hewaya wê herî qirêj Colemêrg e. Hema bibêje mirovan jehrî dike. Welatiyan anî ziman ku ev ji ber komirê bêqalîte ya "alîkariyê" ye û xwestin xebatên ji bo gaza xwezayî rojek berî rojekê biqedin.    * Dayikên Şemiyê, wê çalakiya xwe ya di heftiya 821'emîn de,  ji ber şewba vîrûsa koronayê li ser medya civakî onlîne li dar bixin. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Amedê, wê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin" a hefteya 619'emîn, li ser înternetê onlîne li dar bixin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, ji bo ku balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê çalakiya xwe ya 456'emîn a "Rûnişta F" li ser hesabê xwe yê medya civakî û li Enqereyê jî di hefteya 328'emîn de, wê li avahiya  Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê çalakiyê li dar bixin. (11.00-13.30)