Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir 2020-12-19 09:03:23 AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaşê ku di Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê de ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê de bang li Wezîrê Dadê kir û got: "Derket li ber çavê 80 milyon mirovî, wê biryara hevdîtinê got. Lê niha tu rastiya wê gotina wî tune ye. Gelo çi qasî şerm dike?"  Aslan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê jî bang kir ku her kes xwedî li çalakiya girtiyan derkeve.    Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar di 5’ê Gulanê de bi wesîleya Cejna Remezanê çûn Girtîgeha Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Veysî Aktaş ku tevî Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar di 15’ê Adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê cem Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan hatibû kirin, ji çaxa sewqî Îmraliyê hatiye kirin heya niha 3 caran vekirî û carekê jî bi rêya telefonê bi giştî 4 caran bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.    Her wiha herî dawî malbat di 3’yê Adarê de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çûbûn hevdîtinê û di 27'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi xizmên xwe yên di Girtîgeha Îmraliyê de axivîbûn û ji wê çaxê heya niha malbat nikarin pêwendiyê bi xizmên xwe re deynin. Ji 3'yê Adarê heta niha malbatan ji bo hevdîtinê 39 caran, parêzeran jî ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve 133 caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane, lê hemû serlêdanên parêzeran û malbatan hatine redkirin.    Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaş ê ku 26 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê de ye, derbarê tecrîda li Îmraliyê û çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK’ê de axivî.   ‘BI TECRÎDKIRINÊ ÎŞKENCEYÊ LI MALBATAN DIKIN’   Aslan, diyar kir ku cezayên hevdîtinê yên hatine birîn kêfî ne û wiha got: “Di 5 salan de em 3 caran çûn Îmraliyê. Jixwe em her roj ne li Îmraliyê bûn, rabûn cezayê hevdîtinê dan malbatan. Ev pêkanîn keyfî ne. Serokatî ev 21 sal in di tecrîdê de ye. Jixwe her sê girtiyên din jî di bin tecrîdê de ne. Em bi saya çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan a 2018’an 3 caran çûn hevdîtinê. Bi tecrîdkirinê îşkence û zilmê li malbatan dikin. Naxwazin gotinek ji Îmraliyê derkeve, naxwazin haya kesî jê hebe, ji ber wê yekê tecrîd li ser Îmraliyê tê meşandin.” Aslan, anî ziman ku her tim birayê wê di bîra wan de ye û wiha axivî: “Min duh şev jî birayê xwe di xewna xwe de dît, em çi karî bikin jî her tim di bîra me de ye. Nexweşiya vîrûsa koronayê jî heye em meraqa wî dikin. Gelo çi qas daxwazên wan bi cih tînin, hem ji aliyê tenduristiyê ve hem jî ji aliyê pêwistiyan ve. Canê me her tim diêşe.”   GOTINÊN WEZÎRÊ DADÊ   Aslan, gotina Wezîrê Dadê ya “parêzer êdî dikarin bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin” bibîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema zarokekî biçûk jî derewan dike û derdikeve holê li ber xwe dikeve. Wezîrê Dadê derket li ber çavê 80 milyon mirovî, ew biryara hevdîtinê got. Lê niha tu rastiya wê gotina wî tune ye. Gelo çi qasî şerm dike? Xwezî derketibûya gotibûya ‘min tiştekî wisa got, lê bi cih nehat ez lêborîna xwe ji temamê vî miletî dixwazim.’ Girtiyên me hêj ji ber çalakiya grevê ya din bi ser xwe ve nehatine, niha dîsa ketine grevê. Ma tu qanûn li vê dewletê tune ne? Divê her tim ev mirov canê xwe deynin holê?”   ‘EM LI MALÊN XWE NE RIHET IN’   Aslan, destnîşan kir ku ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê û çalakiya greva birçîbûnê bi fikar in û wiha berdewam kir: “Wexta zilm li ser Îmraliyê hebe li ser temamê miletê kurd heye. Em tu kes li malên xwe ne rihet in. Naxwazin gotinên Serokatî bigihên gel, ji ber ku gel ji gotinên Serokatî hêz digire. Ji ber vê yekê Serok tecrîd dikin. Hewceye gel bi awayekî vê tecrîdê bişkîne. Îmrali bi xwe îşkence ye. Lazim e Serokatî û her sê girtiyên din ji wê derê werin derxistin.”   ‘TU XWESTEKA MIN JI DEWLETÊ TUNE YE’   Aslan, bilêv kir ku tu xwesteka wê ji rayedarên dewletê nîne û wiha lê zêde kir: “Li hemberî me mirovek nîne ku bangawaziyê jê re bikin. Tu yê ji kesên ku 24 saetan gefan dixwin, bi zimanekî nexweş û mejiyekî gemarî diaxivin re bibêjî çi? Tu hêviya min ji vê dewletê tune ye. Ji ber wê yekê tu daxwaziya min ji wan tune ye.”   'XWEDÎ LI ÇALAKIYA GREVÊ DERKEVIN’   Aslan, xwest ku gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derkeve û di dawiya axaftina xwe de ev tiştin got: “Banga min ji gelê kurd heye ku xwedî li çalakiyên grevê derkevin ku em bi hev re tecrîdê bişkînin. Nexweşiya vîrûsa koronayê ne sebebê li malê û rûniştinê ye. Bi her awayî em dimirin. Ji bo girtiyan çi pêwîst bike divê em bikin û li pey biryara wan bin. Ez hêvî dikim ku daxwaziyên wan rojek berî rojekê pêk bên. Em biçin girtiyên xwe bibînin an jî bi telefonê dengê wan bibihîsin. Bila xwesteka girtiyan bi cih were ku ew jî dawiyê li çalakiya xwe bînin.”    MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar