Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin 2020-12-19 13:16:21 ENQERE – Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa 10 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafrayê û ji bo wan banga lezgîn a berdanê kir.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 328’emîn de çalakiya xwe ya heftane ji ber Kovîd-19 bi vîdeoyekê li dar xist. Li ser navê Înîsiyatîfê Nûray Çevîrmen a Endama Desteya Rêveberiya Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa 10 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Bafraya Samsûnê ya Tîpa T.   ENGÎN AYDINALP   Çevîrmen diyar kir ku ji girtiyên nexweş Engîn Aydinalp (49) sal in di zîndanê de ye û got: “Beriya ew bikeve zîndanê penceşêra mejîpişt (omurilik) derbas kiriye. 4 car emeliyat bûye. 3 sal felç maye. Her cihê laşe wî diêşe û her ku diçe rewşa wî girantir dibe. Nexweşînek nemaye ku lê peyda nebûye. 6 caran ji pişikê xwe emeliyat bûye û ew nikare nefesê hilde.”   ADEM DÛRMÛŞ, EMRÛLLAH GEZER Û MAZLÛM DÎNÇ   Çevîrmen da zanîn ku girtiyê nexweş Adem Dûrmûş yek ji nexweşên giran e û çavê wî çepê ji sedî 10 dibîne û nayê dermankirin. Çevîrmen got yek ji girtiyên nexweş jî Emrûllah Gezer e û divê ji guhê xwe were emeliyatkirin lê nayê tedawîkirin. Çevîrmen anî ziman ku Mazlûm Dînç jî girtiyek nexweş e û sê tiliyên destê wî rastê tune ne û gelek nexweşîn lê peyda bûne.   METÎN TÛRAN   Çevîrmen destnîşan kir ku Metîn Tûran jî yek ji girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e û ew li Girtîgeha Bafrayê tê ragirtin û ji ber wî di Operasyona Lêvegera Jiyanê de derbek ji serê xwe xwariye ji wê rojê ve nexweş e. Çevîrmen got ji bo Metîn Tûran serî li Saziya Tiba Edlî hatiye xistin û berdana Tûran hatiye redkirin û ew bi nexweşînên giran re rûbirû ye.   HASAN KARDAŞ   Çevîrmen anî ziman ku girtî Hasan Kardaş jî bi nexweşîna epîlepsî ketiye û ji ber vê yekê bi rêkûpêk derman bikar tîne. Çevîrmen got Kardaş hêdî hêdî hişê xwe jî winda dike.   BÎLAL AKBAŞ   Çevîrmen anî ziman ku bi salan e girtî Bîlal Akbaş jî bi nexweşîna aciziya derûnî re rûbirû maye û her wiha nexweşîna guatr pê re heye.   OKAN OCAK   Çevîrmen da zanîn ku bi Okan Ocak re jî nexweşîna astimê heye û roviyên wî qetiyane û emeliyat bûye. Çevîrmen got Okan Ocak di sala 2016’an de ji fitiqa zik emeliyat bûye û nexweşîna hemoroîdê jî pê re heye û ji ber pandemiyê tedawiya wî nayê kirin û her wiha ji ber aciziya derûnî jî dermanên giran bikar tîne.   OMER ÇEKEN   Çevîrmen diyar kir ku nexweşîna prostatê jî bi Omer Çeken re heye, di kezeba wî de damar li hev siwar bûne û kîtle çêbûye, bronşit pê re heye, di pişt û stûyê wî fitiq heye û di qirika wî de beze trioda bi îltîhap heye û ew ji mîdeya xwe jî nexweş e.   ŞEYHMUS KOÇ Çevîrmen anî ziman ku tileyek destê girtî Şeyhmus Koç jî jê bûye, di sîng û mile wî de parçeyê şarapnele heye û aciziya derûnî pê re heye.   ‘DIVÊ LEZGÎNÎ WERIN BERDAN’   Çevîrmen destnîşan kir ku tedawiya girtyên nexweş nayê kirin û got: “Pêwîste girtiyên nexweş ên nikarin di zîndanê de bimînin bi lezgînî werin berdan.”