Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî 2020-12-19 15:08:50 WAN - Nûçegihana me Zeynep Dûrgût a li Cizîrê hat binçavkirin û wê birin Wanê bi parêzera xwe re hevdîtin kir û anî ziman ku rewşa wê baş e.   Nûçegihana ajansa me Zeynep Dûrgût di 17’ê kanûnê de dema ji şopandina nûçeyê vedigeriya Cizîrê di ketina navçeyê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin. Dûrgût duh ji Cizîrê biribûn Wanê û îro li Miduriyeta Polîsan a Wanê bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî.   Dûrgût jî di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnamevan Adnan Bîlen, Cemîl Ûgûr, Şehrîban Abî û Nazan Sala de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve tê birêvebirin hatiye binçavkirin.   Dûrgût di hevdîtina li gel parêzer de anî ziman ku rewşa wê baş e. Dûrgût destnîşan kir ku dema wê binçav kirine destê wê ji paş ve kelemçe kirine û polîsan berê sîlehê xwe daye ser wan. Dûrgût anî ziman ku wextê ku wan karta danasînê ya ajansê nîşanî polîsan dane ji wan re gotine “Ji bo me ajansek îllegal e” û wan jî bertek nîşan dane.   Tê payîn sibê îfadeya Dûrgût were girtinê