ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-20 09:00:09   * Li erdnîgariya Kurdistan û Tirkiyeyê bênavber xweza û dîrok bi çêkirina qenalên avê, bendavên ji bo Santralên Ceyranê yên Hîdroyê (HES) û Santaralên Ceyranê yên Jeotermalê (JES), projeyên madenê û her wiha bi hincetên leşkerî hatin rûxandin. Di dema pandemiyê de jî, talankirin nesekinî û di sala 2020’an de her çû zêde bû.    * Di sala 2020'an de binpêkirina mafên girtiyan derket asta herî jor. Li gorî dane û raporên parazvanên mafên mirovan mafê girtiyan ên siyasî, tenduristî, ragihandin, çandî, civakî û hemû mafên mirovan ji salên borî bêtir hatine binpêkirin. Bi taybetî, di pêvajoya şewba vîrûsa Covît-19 de, girtî bêtir hatine tecrîdkirin û hemû mafê wan ji destê wan hatin girtin. Li gorî rapora ÎHD'ê 49 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.   * Rojnameya Xwebûnê ku hefteyê carekê bi kurdî dertê, salek li pey xwe hişt. Berpirsyarê Karê Nivîsê yê rojnameyê Îdrîs Gurmez têkildarî salvegera rojnameyê diyar kir ku wê di sala nû de abonetiya dîjîtal a rojnameyê bidin destpêkirin û xwest her kes bi hişmendiya neteweyî xwedî li rojnameya Xwebûnê derkeve.   * Aktivîstê ekolojiyê Koray Turkay, bal kişand ser xeteriya krîza avhewayê û diyar kir ku xelasiya cîhanê bi îqtidarên xwedî polîtîkayên şorşeger ên di çarçoveyeke sînordarkirî ya mezaxî û berxwarinê de, pêkan e.    * Derket holê ku "keça manewî" Merve Erciyes Çatal a qeyûmê Mêrdînê, diyariyên ku dane hevjînê xwe yê polîs bi pereyê şaredariyê kirîne û mesrefên rojbûn û daweta xwe jî hemû bi pereyên şaredariyê kiriye.   * Ummu Gulsum Tûran ku kurê wê Abdullah Tûran ê ji stû berjêr felcî ye û nayê berdan, anî ziman ku dest, mil û nigên kurê wê nagirin, lê dîsa jî nayê berden û bi vî awayî îşkence lê tê kirin.    * Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek, destnîşan kir ku hêzên kurd li dijî êrîşan divê bi stratejiyeke hevpar tevbigerin, yan na dê bibin "kelexeke zindî".    * Serokatiya Dîwana Muhasebatê di rapora xwe ya derbarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin de, destnîşan kir ku awayê kirêkirina wesayîtan dijî mewzûatê hatiye kirin û dahata ji bo çêkirina otoparkê hatiye jî li gor mebestê nehatiye bikaranîn.    * Hema bibêje her roj sîxurtî li dehan kesan tê ferzkirin, lê belê ev yek niha li ser medyaya civakiyî jî dest pê kiriye.