Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye 2020-12-20 09:11:17 MÊRDÎN - Derket holê ku "keça manewî" Merve Erciyes Çatal a qeyûmê Mêrdînê, diyariyên ku dane hevjînê xwe yê polîs bi pereyê şaredariyê kirîne û mesrefên rojbûn û daweta xwe jî hemû bi pereyên şaredariyê kiriye.   Piştî ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû li Meclîsê berê xwe da hêla HDP'iyan û got: "Ox, her tişt ji bo gel tê xerckirin" careke din kirinên qeyûman bû rojev. Piştî ku mifetîş hatibûn Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê lêkolîn kiribûn, nelirêtiyeke mezin derketibû holê. Niha hûrguliyên van nelirêtiyan yeko yeko aşkere dibin. Derket holê ku "keça manewî" Merve Erciyes Çatal a qeyûmê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman, gava li ser Daîreya Çapemenî û Têkiliyên Gel û Xizmetên Civakiyî bûye û Midûra Nivîsgehê bûye, bi pereyên şaredariyê gelek tişt ji xwe re kirine û kirîne.    Raporên mifetîşan ên bi destê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ketin, tiştên ku Çatalê kirine yeko yeko hatine nivîsandin.    NELIRÊTÎ   Di raporên mifetîşan de derket holê ku Çatalê di 8 îhaleyan de ji 10 milyon TL'yî zêdetir nelirêtî kiriye. Her wiha di raporan de hatiye diyarkirin ku Çatalê di bin banê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakiyî de îdia kiriye ku ji bo li malbatan belav bike 15 hezar qoliyên alîkariyê lê belê tenê li ser kaxezê hatiye diyarkirin ku ev qolî hatine teslîmkirin, lê belê piştî lêkolînan derketiye holê ku qolî nehatine amadekirin û nehatine belavkirin.    Di raporan de hatiye destnîşan kirin ku ligel van 15 hezar qoliyên hatiye îdiakirin hatine amadekirin, 8 hezar û 900 qoliyên din jî hatine kirin, lê tenê 5 hezar qolî çûne depoyê û yên mayî nehatine teslîmkirin.    Di raporê de hatiye gotin ku 8 hezar qoliyên amûrên paqijiyê bi 735 hezar TL'yî hatine kirin, lê belê yekê jê jî nehatiye teslîmkirin û tişta hatiye kirin xisirandina cemaweriyê ye.    BI PEREYÊN ŞAREDARIYÊ DAWETA XWE KIRIYE    Di raporan de hatiye diyarkirin ku Çatalê gava hevjînê wê dibistana polîstiyê qezenc kiriye bi wesayîtên şaredariyê konvoyek çêkiriye û hevjînê xwe biriye dibistanê û diyarên ku ji hevjînê xwe re kiriye jî bi pereyên şaredariyê kiriye. Her wiha di raporan de hatiye diyarkirin ku rojbûna xwe û hineya xwe jî bi derfetên şaredariyê çêkiriye û mesrefên xwe yên dawetê jî bi pereyên şaredariyê kiriye.    MA / Ahmet Kanbal