Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin 2020-12-20 09:12:52 STENBOL - Ummu Gulsum Tûran ku kurê wê Abdullah Tûran ê ji stû berjêr felcî ye û nayê berdan, anî ziman ku dest, mil û nigên kurê wê nagirin, lê dîsa jî nayê berden û bi vî awayî îşkence lê tê kirin.    Abdullah Tûran, di Girtîgeha Metrîsê ya Jimare 2 a Tîpa R'yê de ye. Ji stû berjêr laşê wî felcî ye. Saziya Tiba Edlî (ATK) di 3'yê sibata 2020'an de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. Piştî raporê parêzerê wî ji bo berdanê serî li dozgeriyê dide. Dozgerî jî serî li emniyeê dide û emniyet dibêje berdana wî dê ji bo civakê "xetere" be û serlêdana ji bo berdanê tê redkirin. Piştî vê parêzer serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dide. Parêzer li benda biryara AYM'ê ye.    Her wiha Tûran, di 24'ê Mijdarê de şev nîvê şevê nerihet dibe û wî radikin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Li nexweşxaneyê tê muayenekirin. Bijîşk tenê dermanan dide Tûran û wî cardin dibin girtîgehê. Gava wî dibin, di heman rojê de cardin nerihet dibe û cardin wî dibin nexweşxaneyê. Bijîşk cardin dermane dide wî û wî cardin dibin girtîgehê.    Piştî vê di 14'ê Kanûnê de jî ji ber ku xwîn ji mîzoka Tûran hatiye wî rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Piştî mûayeneyê hatite tespîtkirin ku enfeksiyon girtiye û bijîşk gotiye, ji bo emeliyat bibe divê enfeksiyon nemîne û ji bo vê jî gere li nexweşxaneyê bimîne, lê belê Tûran birine girtîgehê.    DIVÊ BÊ BERDAN    Bav Mehmet Zahît Tûran roja pêncşemê çûye girtîgehê, cem kurê xwe. Bav Tûran, anî ziman ku di dema hevdîtinê de gardiyanekî telefona biankesor daye ber guhê kurê wî û wisa bi hev re axifîne. Tûran, bilêv kir ku kurê wî niha dermanên enfeksiyonê dixwe û roja duşemê wê cardin wî bibin nexweşxaneyê û tê payin roja sêşemê wê bê emeliyatkirin. Bav Tûran, destnîşan kir ku ne mimkun e ku kurê wî di van şert û mercan de baş bibe û xwest rojek berî rojekê bê berdan û li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin.    WEKÎ MIRIYA YE    Bav Tûran, anî ziman ku ji ber enfeksiyonê diviyabû kurê wî li nexweşxaneyê bimana, lê belê cardin wî birine girtîgehê û got: "Kesekî nikare xwe ji cihê xwe bileqîne û wekî miriyane cardin birine girtîgehê. Li ser miriyan kevir hene, li ser kurê min jî betanî heye. Ji stû berjê nikare xwe bileqîne. Ru tê de tune ye. Bi tena serê xwe nikare avê jî vexwe. Li ser sedyeyê, li ser piştê ye."    ‘MA YÊ KARIBE ÇI BIKE?'    Tûran, diyar kir ku hindik maye cezayê kurê wî biqede, lewma divê bê berdan û got: "Heger edalet hebûna, dê wî berdana. Ma ev edalet e? heqê mirovekî wiha berdan e. Ji Tirkiyeyê we ye ku bi vî awayî edaletê pêk tîne. Ma ev edalet e? Gava bê berdan wê nikaribe tiştekî jî bike. Ma yê karibe çi bike? Nikare biçe tuwaletê jî. Ma ji Xwedê jî natirsin? Li girtîgehê baş lê nayê nihêrîn. Em dixwazin bê berdan û em wî xwedî bikin."    HEGER TU KURD BÎ, TU SÛCDAR Π   Tûran, bertek nîşanî Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan da û got: "Edaleta wan, aqilê wan pere ye. Ketine etra dê çawa pereyê gel bidizin û çawa gel bixapînin. Em nayên bîra wan. Hele tu kurd bî, tu sûcdar î. Sûcê me yê mezin, krudbûna me ye. Lewma girtiyên nexweş û zarokên me nayên berdan. Çi dibe bila bibe divê kesên mexdûr bên berdan. Çi heqê wan heye, van tiştan dikin. Gune ye, heyf e."    ‘ÎŞKENCE DIKIN'    Dayik Ummu Gulsum Tûran jî anî ziman ku du sal in kurê wê di vî halî de ye û tê îşkencekirin. Dayik Tûran, bilêv kir ku kurê wê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin. Dayik Tûran got: "Dest, mil û nigên wî tune ne. Tenê zimanê wî digere. Heger kesek gepek nan nede devê wî, nikare tiştekî bixwe. Doza çi li kurê min û li me dikin? Gava wî dibin nexweşxaneyê jî destê wî kelemçe dikin. Heqaretê li me dikin. Ji be rku qaweta me têra wan nake, wiha dikin. Em nikarin doza heqê xwe jî bikin. Beleheq vî zarokî îşkence dikin. Ma çi kiriye, sûcê wî çi ye? Hîn xwendekar bû, dê biçûna eskeriyê. Li ser înşeatê dixebitî. Tu sûcek wî jî tune ye. Em dixwazin bê berdan."    MA / Mehmet Aslan