Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye 2020-12-20 12:51:54 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, diyar kir ku Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin û îdîayên wê bajêr dewrî hikumeta Şamê bikin, derewandin.   Tirkiye û komên girêdawî wê yên dibin navê Artêşa Netewî ya Sûriyê (SMO) de kom bûne, ji destpêka Kanûnê ve êrişî bajarê Eyn Îsa û derdora wê dikin. Ligel mûtabakata di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û rayedarên hikumeta Şamê de jî, ev êrîş bê navber dewam dikin.     Berdevkê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Kino Gabrial, derbarê êrîşên herî dawî yên li ser bajêr zêdebûne de, ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) re axivî. Gabrial diyar kir ku dewleta Tirk bi berdewamkirina êrişan dixwaze rewşeke cuda ferz bike û wiha got: "Tirkiye û komên girêdayî wê bi êrişên li dijî Eyn Îsa, dixwazn qadên nû ji bo xwe dagir bikin.”   PLAN DIYARIN    Gabrial, piştrast kir ku hêzên wan hemû êrişên dagirkeriya Tirk têk birin û planên wê vala derxistin û got: “Planên dewleta Tirk ên li ser Bakurê Sûriyê diyar in. Me ev yek di salên berê de jî dît, dema ku êrişî herêmên Rêveberiya Xweser kiribû.”   Gabrial, li ser helwesta dewletên garator Rûsya û Amerîka li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, diyar kir ku ew van êriş û hewldanên dewleta Tirk û çeteyên wê bi tu awayî qebûl nakin û wiha domand: “Lê di heman demê de xuya bû ku helwesta fermî ya dewletên garantor girêdayî siyaseta berjewendiyên di navbera hêzên navneteweyî û dewleta Tirk de (wekî hêzeke herêmî). Ev ne tiştekî nû ye û me di salên şer de ew yek dît. Divê em li benda tiştekî cuda nemînin.”   WÊ BENG NEMÎNIN   Gabrial, dest nîşan kir ku hêzên wan pabendî peymanan in û agirbestê pêk tînin û got: “Em ê di çarçoveya parastina rewa de li ber xwe bidin û bersiva êrişên li dijî herêmê bidin. Divê hêzên din ku peyman îmze kirine jî, li dijî van binpêkirinan bêdeng nemînin.”   ÎDÎA DEREWANDIN   Kino Gabrial li ser îdîayên hin hêzan ku gotin peymana dawîn a di 9`ê Cotmehê di navbera QSD`ê û hêzên Rûsya û hêzên hikumeta Şamê de ku li ser avakirina 3 nuqteyên çavdêriyê li navçeya Eyn Îsayê li hev kiribûn, ji bo radestkirina navçeya Eyn Îsa ji hikumeta Şamê re, wiha got: “Tiştekî wiha nîn e. Heke tiştek bi vê rengî hebûya, me bi awayekî fermî ragihandiba.”   Berdevkê QSD'ê Kino Gabrial di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku gefên dewleta Tirk dewam dikin ku ev jî parçeyekî ji siyaseta wê li seranserê herêmê û Rojhilata Navîn e.