Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin 2020-12-20 13:51:03   WAN - Li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin û di saetên serê sibê de 2 girtiyên jin sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Hat hînbûn ku li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê, gardiyenan berî du rojan bi ser qawîşan de girtin. Girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Wanê dimînin, li malbatên xwe geriyan û dan zanîn ku gardiyenan berî du rojna bi ser qawîşên wan de girtine û dest danîne ser nivîs, name û defterên girtiyan. Hat ragihandin ku piştî serdegirtina qawîşan, îro saet 04.00'ê sibehê, girtiyên bi navê Taybet Belge û Ebrû Şimşek sewqî girtîgehên cuda hatin kirin.    Her  wiha nehat zanîn ku Belge û Şîmşek sewqî kîjan girtîgehan hatin kirin.