Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye 2020-12-20 14:22:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalekiya ku xelkê Şengalê bi armanca destekdayîna Asayişa Êzidxanê hat destpêkirin, di roja xwe ya 19’an de dewam dike. Xelkê Şengalê bi serdana çalekvanan û piştgiriya xwe tînin ziman.   Welatiyên Şengalê di çarçoveya çalekiyên dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê hat qebûlkirin de, bi armanca piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya avahiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedan.   Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû asayiş in” hat destpêkirin, di roja 19’emîn de, ji aliyê meclîs û saziyên Şengalê ve dewam dike. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konên çalakiyê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê aşkere dikin.   Heta niha xelkê Şengalê bi gelek çalakiyan daxwaza xwe di çerçove ya ku xweseriya Şengalê û îrada Êzidiya bê naskirin pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heta niha ji rayedarên û hikûmeta Iraqê bersiveke erênî ne hate dayîn.   'DIXWAZIN VINA ME LEWAZ BIKIN'   Endamê Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidiyan (PADÊ) Heyder Şengalî têkildarî çalekiya destekdayîna Asayişa Êzidxan, ev peyam da: "Em weke civaka Êzidî û xelkê Şengalê, di navenda Asayişa Şengalê de bê navber berxwedana xwe didomînin. Heta niha bersivek erênî nedane me. Dixwazin îrada me lewaz bikin. Lê heta dawiyê em ê piştgiriya hêzên xwe yên leşkeri û hêza xwe ya Asayişa xwe bikin. Ji ber ku asayişa me hebûn û rûmeta Êzidxanê ye. Daxwaza me ji gelê me, berxwedana xwe ya rûmetê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê hîn zêdetir mezin bikin.”