ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN 2020-12-21 09:00:20 *  Derket holê ku di çarçoveya “Projeya Nûkirina Wesayîtan a Pergala Veguhastina Komî” ku di sala 2018’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye kirin de dizî hatiye kirin. Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.  * Ciwanên ku ji ber qrîza aborî pirsgirêkên debarê dijîn û tunebûna pêşerojeke baş hevalên wan dawî li jiyana xwe tînin, diyar kirin ku alternatîfa wan a tekane rêxistkirina xeteke yekbûyî ya berxwedanê ye.    * Serlêdana karkerên Şaredariya Cizîrê ku peymana wan a kar ji aliyê rêveberiya qeyûm ve hatibû betalkirin, ji aliyê AYM’ê ve hat qebûlkirin. AYM’ê diyar kir ku mafê karkeran hatiye binpêkirin û biryar da careke dib darizandin çêbibe.   * Hevserokê HDP’a Agiriyê Cemal Akar, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê ku bi armanca bi dawîbûna tecrîda li Îmraliyê hatine destpêkirin bang li raya giştî kir û ev tişt got: “Divê ev tenê bi girtîgehan bi sînor nemîne, divê hemû hêzên demokrasiyê piştgirî bidin.”   * Parlamenterê Berê yê HDP’ê yê Agiriyê ku di 4’ê kanûnê de ji Girtîgeha Kandirayê tehliye bû, diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên Nazî hene û ev tişt got: “Divê dengê girtiyan bê bihîstin, nexwe dibe ku grevên birçîbûnê bikevin asteke din.”    * Nîştecihên taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan ku ketiye ber vegûherîna bajarî, li dijî hilweşandinê derketin û daxwaza veguherîna di cih de kirin. Hevseroka Odeya Avahîsazan  Selma Aslan jî diyar kir ku wê vegûherîna bajarî pirsgirêkan zêdetir bike.    *Çavê bi milyonan xebatkaran li civîna dawîn a Komîsyona Diyarkirina Bihayê Asgarî ya sibê ye. Koordînatora Rêxistinkirinê ya Ûmût-Sen’ê Başaran Aksû, bang li Turk-Îş’ê kir ku heke daxwazên karkeran neyên qebûlkirin biçe greva giştî.   * Di salvegera 42'emîn a Komkujiya Mereşê de dê li Mala Cemê ya taxa Yoruk Selîmê bernameya bîranînê bê lidarxistin.(10.00-15.00).     * Danişîna biryarê ya doza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku bi îdiaya "endama rêxistinê ye" û "propaganda rêxistinê kiriye" tê darizandin dê li Dadgeha Cezayê Giran a 9'emîn a Amedê were lidarxistin.(10.00-17.00)   * Meclisa Yekgirtî ya Ciwanan, li avahiya HDP'ê ya Çankayayê civîneke çapameniyê li dar bixe û deklerasyona damezrîneriyê biweşîne. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê Edeneyê, têkildarî Komkujiya Mereşê û komkujiyên 19'ê Kanûnê yên girtîgehan, li avahiya xwe daxuyanî bide û qurbaniyan bi bîr bîne. (14.00)   * Mala Cem û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, li şaxa xwe ya Amedê têkildarî Komkujiya Mereşê daxuyanî bide. (15.00)