Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket 2020-12-21 09:06:25 MÊRDÎN – Derket holê ku di çarçoveya “Projeya Nûkirina Wesayîtan a Pergala Veguhastina Komî” ku di sala 2018’an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hatiye kirin de dizî hatiye kirin. Derbarê mijarê de lêpirsîn hat destpêkirin.  Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku bûye navenda bertîl û nelirêtiyê, derket holê ku di sala 2018’an de di pêvajoya veguherandina otobusên ku xizmeta veguhastina komî ya di  navbera Mêrdîn û Qoserê didin de dizî hatiye kirin. Mîqdara perê ku hatiye dizîn 3 milyon TL ye. Diziya ku hatiye kirin, di encama lêkolîna serperiştî ku piştî ji peywirgirtina qeyûm Mûstafa Yaman hatibû destpêkirin de hat ferqkirin. Serperiştan têkildarî mijarê gotinên rêveberên eleqedar girtin û di raporên xwe de cih dan rewşê. Lê bendê ye ku serperişt serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bidin û gilî bikin.    SERÊ WESAYÎTÊ 30 HEZAR XWESTIYE   Li gorî agahiyan; di dema qeyûm de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve biryar hatibû dayîn ku hejmara 100 mînîbusên xizmeta veguhastinê ya di navbera Mêrdîn û Qoserê de didin dakevin 50’yî û bên nûkirin. Di çarçoveya “Projeya Nûkirina Wesayîtan a Pergala Veguhastina Komî” ku hatibû destpêkirin de Alîkarê Midurê Polisan ê Mêrdînê Erol Beşe ku qeyûm wî kiribû Serokê Daîreya Veguhastinê û Midurê Şaxa Şîrketên Otobusan Mehmet Dogan, bi Serokê Kooperatîfa Veguheastina Komî ya Mêrdîn û Qoserê Engîn Gokçen re dest bi hevdîtinan kirin. Beşe û Dogan bi xwediyên xetan re jî hatin gel hev û biryar dan ku di wesayîtekê de xwediyên du wesayîtan bibin hevpar û serê wesayîtê 30 hezar TL bidin kooperatîfê.    JI WESAYÎTAN 6 JÊ JI TRAFÎQÊ HATIN MENKIRIN   Xwediyên wesayîtan ku van şertan qebûl nekirin, bi betalkirina xetên xwe hatin tehdîtkirin. Li ser van gefan 94 xwediyên wesayîtan neçar man ku van şertan qebûl bikin. Xwediyên 6 wesayîtan jî ji bo 30 TL’yê ku bidin kooperatîfê meqbûz xwestin. Xwediyên wesayîtek ji ber ku ev daxwaza wan nehat qebûlkirin, pêşniyar kirin ku perê xwe razînin hesabê şaredariyê. Ji ber ku vê daxwaza wan jî nehat qebûlkirin û xwediyê 6 wesayîtan ji projeyê derketin. Li ser vê yekê ruxsatên wan ji aliyê Şaxa Miduriyeta Trafîqê ve hatin betalkirin û wesayîtên wan ji trafîqê hatin menkirin. Xwediyên van wesayîtan meseleyê birin darazê û gilliya vê rewşê kirin.    MERASÎMA BI HÊVÎ Û STÊRK   Di pêvajoya ku dadgeha têkildarî mijarê didomiya de bi merasîmeke ku qeyûm Mûstafa Yaman jî tevlî bû, otobusên ku weke hêvî û stêrkê hatibûn rêzkirin, radestî xwediyên wan hatibûn kirin. Yaman, div ê merasîmê de axaftin kiribû û angaşt kiribû ku pereye ku ew belav bikin tuneye û ji gel re xizmetê dikin.   DI LÊPIRSÎNÊ DE HER TIŞT DERKET HOLÊ   Piştî ku qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin, derbarê bertîl û nêlirêtiyên ku li şaredariyê dihatin kirin lêpirsînên serperiştan hatin destpêkirin. Di çarçoveya van lêpirsînên serperiştan de gotinên xwediyên wesayîtan û rêveberên kooperatîfê hatin girtin. Rêveberên kooperatîfê, ji serperiştan re gotin ku ji xwediyê wesayîtan 2 milyon û 820 hezar TL berhev kirine û ji bo ku bidine qeyûm Mûstafa Yaman, bi destê xwe dane Alîkarê Midurê Polisan ê Mêrdînê Erol Beşe ku qeyûm wî kiribû Serokê Daîreya Veguhastinê û Midurê Şaxa Şîrketên Otobusan Mehmet Dogan. Lê serperiştan derberê vî pereyî de li şaredariyê tu qeyd û meqbûz nedîtin.    RÊVEBERÊN KOOPERATÎFÊ NEXWESTIN PRISAN BIBERSIVÎNIN   Li ser van agahiyên ku me bi dest xist me xwe gihand rêveberên kooperatîfê û derbarê mijarê de ji wan pirsan kirin. Rêveberan nexwest pirsên me bibersivînin. Derbarê mijarê de Bedrî Ogredîk ku ji ber bêyî meqbûz dayîna 30 hezar TL’yê ji wan hatibû xwestin nedabû û xeta wî hatibû betalkirin, axivî û rewşê vegot. Ogredîk, diyar kir ku ji ber pereyê ji wan hatiye xwestin bêyî meqbûz nedane ji aliyê Erol Beşe û koma wî ve astengî ji wan hatine derxistin û wiha got: “Kesên ku pere dan jî ji tirsa dan. Kesî meqbûz negirt. Em nizanin pere çûye kur. Pere kirin kîsekî û birin. Ji ber ku kara Erol Beşe jî têde hebû vî tiştî kir. Min gotinên xwe daye, wê dadgeh gazî me bike. Dibe ku Erol Beşe, Serokê Kooperatîfê Engîn Gokçen û qeyûm Mûstafa Yaman pere li hev parî kiribin.”   MA / Ahmet Kanbal