Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne 2020-12-21 09:06:28 STENBOL – Ciwanên ku ji ber qrîza aborî pirsgirêkên debarê dijîn û tunebûna pêşerojeke baş hevalên wan dawî li jiyana xwe tînin, diyar kirin ku alternatîfa wan a tekane rêxistkirina xeteke yekbûyî ya berxwedanê ye.  Li Tirkiyeyê bandora qrîza aborî bi pêvajoya pandemiyê re kûrtir bû. Pirsgirêka debarê ji 7 saliyan bigire heta 70 saliyan derdê herkesî ye. Ev rewş bi taybetî di nav ciwanan de bûye sedema întiharan. Di destpêka salê li Zanîngeha Îstanbûlê, xwendekar Hakan Taşdemîr û Sîbel Unlî, ji ber pirsgirêka debarê dawî li jiyana xwe anîn. Di meha îlonê de jî li navçeya Darica ya Kocaeliyê Fûrkan Celep ê 18 salî ku li fîrmayeke kargoyê dixebitî, dawî li jiyana xwe anî û di nîşeyek ku li pey xwe hiştibû ev tişt gotibû: “Di navbera min û hemsalên min de ferqeke mezin heye. Çima kes bi min neda hîskirin ku ez jî bi rûmet im.” Herî dawî jî di 15’ê kanûnê de Fesîh Kapçak ku beriya 7 salan bi malbata xwe re weke karkerê demsalî ji Mêrdînê hatibû li Sakaryayê bi cih bûbû dawî li jiyana xwe anî. Kapçak jî li duh xwe ev nîşe hiştibû: “Mirovê ku hêviya wî heye mîna roja biharê ye.”   ÇARESERÎ TÊKOŞÎN E   Endamê Yekitiya Ciwanên Şoreşger (DGB) Ûlaş Ûslû, diyar kir ku ciwanên di temenên dibistanê de neçarî xebatê tên kirin û wiha got: “Bi zehmetbûna şertên jiyanê re di nav pergalê de ciwan çareseriyê di întiharan de dibînin. Pergal pêşerojeke xweş û baş pêşkêşî ciwanan nake. Wê bi întiharan pirsgirêk neyên çareserkirin. Çareseriya me bilindkirina têkoşînê ya li her qadê ye. Divê em li dijî pervalê yekitiya xwe bi hêz û mezin bikin.”     DI BIN TUNDIYA DERÛNÎ DE NE   Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûhammed Unal, diyar kir ku ciwan ber bi bêkariyê ve têne defandin û ciwanên ku kar dibînin jî di bin zext, kedxwarî û êrişa derûnî de dixebitin. Unal, destnîşan kir ku ciwan li dijî zext û kedxwariyê serî li întiharan didin û ev tişt anî ziman: “Em vê rewşê qebûl nakin. Li dijî vê rewşê em xeta berxwedanê ava dikin û têdikoşin. Divê em ciwanên ku ber bi bêhêvîbûnê ve hatine defandin qezenc bikin û tevlî xeta têkoşînê bikin.”   ‘EM Ê BÊEWLEHIYÊ HILWEŞÎNIN’   Endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Ahmet Sûat, da zanîn ku desthilata AKP’ê xizaniyê li civakê ferz dike û wiha axivî: “Di şertên heyî de ciwan ber bi bêhêvîbûn û pêşeroke ne baş ve tên defandin. Ji ber vê yekê ye dema ku ciwan întihar dikin li pey xwe peyamên bêhêvîbûnê dihêlin. Desthilata AKP’ê bi tevahî me bêewle û bêpêşeroj hiştiye. Ev întihar ne yên destpêkê ne jî yên dawiyê ne. Em ê vê bêewlehî û bê peşerojê hilweşînin.”   ‘HÊVIYA ME HEYE’   Endama Yekitiya Xwendekarên Şoreşger (DOB) Çaglar Karabûlût, bi lêv kir ku pergal di nav qrîzeke mezin de ye û ev tişt got: “Ev qrîz bi qrîza polîtîk re bûye yek. Li dijî vê li gelek deverên dinyayê ciwan bertekan nîşan didin. Li cihên wiha ku dengê bihêvî yê ciwanan  nagihîje wan jî mixabin em bûyerên bi vî rengî dijîn.  Lewre em bi hêsanî daxwaza derketina ji pergalê û hêviyê nabin her derî. Di rastiyê de hêviyeke me heye. Pêkan e ku em bi têkoşînê pêşerojek nû ava bikin.”   ‘DIVÊ EM XETA BERXWEDANÊ AVA BIKIN’    Endama Kolektîfa Xwendekaran Cîhan Çîçek jî da zanîn ku desthilat nikare qrîzê bi rê ve bibe û bi awayekî zêde faşîzmê bi kar tîne û wiha got: “Desthilatê perwerdeyê xesp kiriye, ji ber vê jî ciwan ji bo sermiyan weke hêza kar a erzan tên dîtin. Ev jî ciwan bi tenê dihêle û wan ber bi bêhêvîbûnê ve dibe. Lewre em neçarin ku ji ciwanan re bibin hêvî. Divê rêxistinên ciwanan vê neçariyê hîs bikin û bêyî ku ji derve ve li ciwanan binêrin bi wan re bikevin têkiliyê. Wê li dijî van êrişan ciwan xeta berxwedanê ava bikin.”    MA / Kadîr Guney